Gotinên Ensarîoglu li hev nayên 2018-05-31 11:14:17     NAVENDA NÛÇEYAN -  E-rojnameyê ku di demek nêz de dest bi weşangeriyê kir gotinên li hev nayên yên Parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ku di lîsteyên AKP’ê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê de cih negirt derxist holê.   Li gorî nûçeya malpera e-rojnameyê ya di demek nêz de dest bi weşanê kir derket holê ku Parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu pêşiya diyarkirina namzetên parlementeriyê yên AKP’ê cuda axiviye û piştî diyarkirina namzetan jî cuda axiviye.    Li gorî lêkolînên e-rojnameyê kirin derket holê ku Ensarîoglu di 29’ê adarê de ku hêj namzetên parlementeriyê yên AKP’ê diyar nebûne li ser hesabê xwe yê twîtterê şelaqiyê dike û wiha dibêje: “Pirsgirêka HDP’ê ya bendê tuneye, jixwe dê nikaribin bendê derbas bikin.”    Heman Parlementer piştî namzetên Parlementeriyê yên AKP’ê diyar bûn û navê wî di lîsteya Parlementerên AKP’ê de tunebû di 29’ê gulanê de ji sîteya habercilerden.com re axivî û wiha got: “Pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye, HDP ji sedî 10 bendê derbas dike.”