Li Dersimê ji bo parastina sindoqan liv û tevegra ji bo muşahidan 2018-05-31 09:41:49 DERSIM - YSK'ê biryar dabû ku dê li Dersimê 56 sindoqên hilbijartinê bên veguhastin. HDP, ji bo li ser her sindoqê muşahidekî esîl û yekî yêdek peywirdar bike, xebatên xwe lezandin.  YSK'ê biryar dabû ku dê li gelek bajaran sindoq bên veguhastin. Ji vana bajaran yek jî Dersim e. Dê li Dersimê 56 sindoq bên veguhastin. Piştî vê biryarê bertek hatin nîşandan. Li Dersimê ji 56 sindoqên ku dê bên veguhastin 48 jê yên navçeya Pulumuriyeyê û yên din jî yên navçeyên Mazgirt, Xozat û Çemîşgezekê ne. Lê belê HDP, dê HDP li ser her sindoqê peywirdarekî esîl û yekî yêdek bi cih bike.    Namzeta parlementeriyê ya HDP'ê ya Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl, anî ziman ku bi veguhastina sindoqan, bi awayekî hêsan bikaranîna mafên dengan a welatiyan ji holê hatiye rakirin û ev yek bi her awayî binpêkirina mafan e. Yeşîl got: "Deverên ku sindoqên wan hatine veguhastin, piranî jî deverên hilbijên HDP'ê ne. Bi vê yekê armanca wan aşkere ye. Lê eger sindoq bên veguhastin jî, ew ê nehêlin dengek jî heba bibe. Di rewşeke wisa de peywir dikeve ser milê gel û peywirdarên sindoqan. Nemaze jî li herêmên ku sindoq lê tên veguhastin dê pêdivî bi vê yekê hebe. Em HDP, ji bo hilbijêr dengê xwe bi kar bînin em ê derfetan peyda bikin."    Hanbayat, bilêv kir ku bi taybetî jî li herêmên bejahiyî kêmasiya peywirdarên sindoqan heye û got: "Di vî warî de peywireke zêde dikeve ser milê gelê me. Ji bo hilbijartineke adil û wekhev çêbibe, divê gelê me ji bo peywirdariya sindoqan serlêdanê pêk bînin. Ji bo peywirdariya sindoqan roja dawî 3'yê Hezîranê ye. Dixwazim gelê me xwedî li dengên xwe derkeve."