Endamên YSK'ê yên ji bo veguhastina sindoqan şerh danîn: Sedemeke şênber tune ye 2018-05-31 09:40:59 AMED - YSK'ê biryar da ku dê li 7 navçeyên Amedê 66 sindoq bên veguhastin. Lê belê 3 endamên YSK'ê ji bo vê rewşê şerh danîn û gotin: "Li van taxan der barê ewlehiya hilbijartinê de sedemeke şênber tune ye." Rêveberê HDP'î Edîp Bînbîr jî, destnîşan kir ku li van herêman HDP ji sedî 80 deng girtine.  Piştî Walîtiya Amedê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da, YSK bi îdiaya "ewlehiya hilbijartinê" biryara da ku li 7 navçeyên Amedê 66 sindoq bên veguhastin. Ji 7 endamên YSK'ê yên ku biryara vê yekê dan, 3 endam ev yek qebûl nekirin.    ENDAMÊN YSK'Ê: SEDEMEKE ŞÊNBER TUNE YE    Her 3 endamên ku tev li biryara veguhastina sindoqan nebûn, di şerha xwe de destnîşan kirin ku di dema pêkanîna hikma qanûnê de divê prensîbên sereke yên hiqûqê esas bên girtin. Di şerha hersê endaman de ev tişt hatin gotin: "Dema daxwazên ji bo veguhastina sindoqan an jî yekkirina herêmên sindoqan hatin lêkolînkirin, di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de û referandûma 16'ê Nîsana 2017'an de li taxên navborî sindoq hatine danîn û hilbijartin pêk hatiye. Vê carê jî bêyî ku li van taxan der barê ewlehiya hilbijartinê de sedemeke şênber bê nîşandan, bi hincetên razber veguhastina sindoqan an jî yekkirina sindoqan, bikaranîna mafan ji holê radike û divê ev yek esas bê girtin." Di şerhê de hersê endam destnîşan dikin ku ew tev li nêrîna biryara veguhastina sindoqan nabin.    Rêveberê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr jî, diyar kir ku YSK piştî biryara jimare 590'î biryara jimare 642'yan jî girtiye, lê belê di vê der barê de tiştek teblîxî wan nehatiye kirin. Bînbîr, anî ziman ku lê belê ev biryar biryareke derhiqûqî ye.    DEVERÊN SINDOQÊN WAN TÊN VEGUHASTIN HDP JI SEDÎ 80 DENG DIGIRE    Bînbîr, bilêv kir ku sindoqên ku biryara veguhastina wan hatiye dayîn, sindoqên ku ji sedî 80'ê dengê HDP'ê ji wan derdikeve û got: "Ev pêkanîn mikurhatina ku li herêmê AKP qediyaye." Bînbîr anî ziman ku ji bo hilbijêr dengê xwe bi kar bînin, ew dixebitin û got: "Em di şertên Rewşa Awarte de ne, lê bi ser de jî sindoq tên veguhastin. Lê belê em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan."