Ozsoy: AKP li Îngîltereyê parsê dike û dixwaze hilbijartinê bi pişt bixe 2018-05-31 09:37:26 ENQERE – Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, hewldanên serkanên AKP'ê ku ji bo derdorên fînansî îkna bikin li Îngîltereyê kamp ava kirine nirxandin û got: "Êdî çerx nazîvire. Li derve derî bi derî digerin û parsê dikin û dixwazin vê hilbijartinê jî bi vî awayî derbas bikin."  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayip Erdogan û serkanên wî di 13'ê Gulanê de çûbûn Îngîltere yê. Piştî wan niha jî serkanên AKP'ê yên aboriyê li Londrayê kamp ava kirine. Piştî ku Erdogan mudaxileyî Bankeya Navendî kir dolar gihaşt 5 lîreyî. Îjar ji bo dolar daxînin serkanên AKP'ê, li Londrayê hewl didin derdorên fînansî qaneh bikin. Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy vê rewşê norxand û got, AKP bi vî awayî dixwaze krîza fînansî ya beriya hilbijartinê taloq bike û çewisandinên di warê fînansî de kêm bike.    JI BO HILBIJARTINÊ PIŞT BIXE DESTEKÊ DIXWAZE    Ozsoy got: “Ji bo hilbijartinê pişt bixin, destekê ji Îngîltereyê dixwazin. Dixwazin bi wê destekê li ser piya bisekinin. Lê dê çi qasî encamê bigirin em baş nizanin, lê destekikirina Îngîltereyê ya ji bo Erdogan hem têkildarî krîza Tirkiyeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) û hem jî têkildarî krîza niha têde ne."    ‘MECBÛRE JI BO DAXWAZÊN ÎNGÎLTEREYÊ SERÎ BITEWÎNE'    Ozsoy, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo derdora fînansî ya Îngîltereyê qaneh bike, mecbûr maye tawîzan bide û got: "Îngîltere li cîhanê yek ji wan navendên sereke yên fînansê ye. Eger Tirkiye bi awayekî derdorên fînansê yên li wir qaneh bike, dê destekê bistîne. Li Tirkiyeyê êdî çerx nazîvîre. Ji bo daxwazên Îngîltereyê tiştekî ku karibin bikin tune ye. hema bêje xwe radestî Îngîltereyê kirine. Yanî dibe ku Şîmeşk (Mehmet) hemû tawîzên ku Îngîltere dixwaze bide. Yanî ketine rewşe wisa. Çimkî di dest de tiştek nemaye. Li derve derî bi derî digerin parsê dikin û dixwazin bi vî awayî hilbijartinê bi pişr bixin. Yanî dibe ku Tirkiye hemû tawîzan 'erê bike'."    'DI NAVBERA ÎNGÎLTERE Û RÛSYAYÊ DE ASÊ MANE'    Ozsoy got: "Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE û Rojava (ya cîhanê) re nebaş in. Ji hêlekê ve xwe nêzî Rûsyayê dike, li hêla din jî xwe nêzî Îngîltereyê dike. Erdoganeke ku bi nêzbûna xwe ya Rûsyayê dixwaze bi vî awayî Rojava çavtirsandî bike. Piştî Îngîltere ji YE'yê derket, têkiliyên wê yên bi Îngîltere re kûr bûn. Çimkî êdî Îngîltere jî ne di ser YE'yê re, li Tirkiyeyê û Behra Spî têkiliyan datîne. Îngîltere ji bo wadeyek dirêj û navîn berjewendiyên xwe yên stratejîk di Tirkiyeyê de dibîne. Lê belê bidestxistina tawîzan dixwaze vê yekê bike."    'TAWÎZÊN BÊN DAYÎN DÊ KRÎZÊ KÛRTIR BIKE'    Ozsoy, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo ji krîzê xelas bibe, tawîzan dide welatn û got: "Hikûmeta ku dixwaze bi tawîzan krîzê çareser bike, dê krîzê kûrtir bike. Çimkî li Tirkiyeyê krîzeke binyatî heye. Yanî di çarçoveya reel de li Tirkiyeyê gelek krîz hene. Nikare hilberîne, kêmaniya cariyê zêde ye. Îthalat ji îxracatê zêdetir e. Di warê dowîzî de deynê piyaseyan zêde ye. Êdî hêza Tirkiyeyê enmaye ku çerxa van deynan bizîvirîne. Fikra wan ev e; 'Em heta hilbijartinê vê nepoxê îdare bikin, piştî hilbijartinê biteqe jî ne girîng e.' Lê belê, eger Erdogan bi ser bikeve û bibe serok, dê li Tirkiyeyê ev krîz kûrtir bibe. Yanî bi serketina Erdogan qethiyen dê îstikararê neyîne. Çimkî krîza Tirkiyeyê binyatî ye."    MA / Selman Guzelyuz