Piştî futbolê niha berê xwe da siyasetê 2018-05-31 09:29:46 EDENE - Namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê Edeneyê Bariş Karabiyik ku demekê di Diyarbakirsporê de dilîst, diyar kir ku ew jî wekî her tirkî dixwaze ji bo cîhanê bibe bedêl, lê belê bedêlî bi piralîbûnê, bi cihgirtina li cem ciwanan, jina û zarokan pêkan e.  Namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê Edeneyê Bariş Karabiyik, piştî futbolê niha jî hewl dide di qada siyasetê de cih bigire. Karabiyik, di sala 1971'ê de li navçeya Kozana a Edeneyê hatiye dinê  û bavê du zarokan e. Karabiyik di sala 1993'yan de di Diyarbekirsporê de lîst. Karabiyik, bilêv kir ku dema di Diyarbakirsporê de bû wî kurd û erdnîgariya wan nas kiriye. Her wiha niha Karabiyik endamê Meclîs Partiyê ya HDP'ê ye jî.    ‘HDP JI BO MIN JIYAN E'    Karabiyik, diyar kir ku Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku beriya HDP'ê hat avakirin, heyecaneke zêde lê peyda kiriye û got: "Çend sal berê ez di nav lêgerînekê de bûm û min di nav HDK'ê de cih girt. Dema HDP hat avakirin, ez 42 salî bûm. Heta wê çaxê jî min li partiyekê jî çayek venexwaribû. Cara ewil bû ku min li partiyekê çay vexwar. Cara ewil bûm endamê HDP'ê. HDP ji bo min jiyan e. Loma ez bûm namzet."    'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'   Karabiyik, bilêv kir ku li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê navê "Bariş"(aştî) bêwate bûye û got: "Ji bo zarokên ku li Tirkiyeyê navê wan Bariş, wateya navê xwe ya rasteqîn bigirin çi ji destê min bê ez ê bikim." Karabiyik diyar kir ku ew tirk e û ew jî wekî her tirkî dixwaze ji bo cîhanê bibe bedêl, lê belê bedêlî bi piralîbûnê, bi cihgirtina li cem ciwanan, jina û zarokan pêkan e. Karabiyik destnîşan kir ku gelê kurd mafên xwe yên demokratîk bi têkoşînê bi dest xistine û got: "Eger kurd bi ser bikevin, ez jî bi ser dikevim, welatê min Tirkiye jî bi ser dikeve. Û heta sax bim ez ê bi piştevaniyî nêzî kurdan bibim. Tenê cihgirtina li cem wan têr nake, di heman demê de ez ê bibim hevparê çarenûsa wan û li gel wan bim. Wisa difikirim ku dê rojekê tirk, kur û keçên me yên tirk ên wekî min difikirin aştiyê bînin vî welatî. Bi îzna Xwedê teqez em ê bi ser bikevin."