Mexdûrê KHK'ê: Ez dê hesab bipirsim 2018-05-31 09:29:11 MÊRSÎN – Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrsînê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Prof. Dr. Atilla Guney, diyar kir ku ger biçe meclise, dê hesab ji kesên li dijî partiya wan lînca siyasî pêk tînin û dixwazin partiya wan li dervê meclîsê bihêlin, bipirsin.  Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney, diyar kir ku ger bibe wekîl dê hesab ji kesên ku wan reş dikin û lînca siyasî pêk tînin bipirsin. Gunay, di sala 1967'an de li Enqereyê ji dayik bû û li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn Lîsans qedand. Li heman zanîngehê doktora kir. Di sala 1997'an de dest bi xebata akademîk kir. Li zanîngehên Mustafa Kemal, Zanîngeha Mersinê di Beşên Zanyariyên Siyasî de xebat kir. Di sala 2016'an de bi sedema ku îmze avêt danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî li gel sedan akademîsyen hat îxrackirin.    Gunay, diyar kir ku dema wekî akademîsyen li Zanîngeha Mêrsînê kar dikir endamê HDP’ê bû û wiha got: "Nêzî 6  salin di HDP'ê de endam im. Ez bûm Endamê Meclîsa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mersinê. Kesên ku encama hilbijartina 2015'ê Hezîranê di dilê xwe de nehelandin, hilbijartin xera kirin û di 1'ê Mijdarê de dîsa hilbijartin pêk anîn."    Gunay, anî ziman ku îmze avêt bin metnê azadiya turbanê û wiha got: "Ji ber me îmze avêt bin danezana aştiyê em nêzî 2 hezar akademisyen hatin îxrackirin. Lê di 6'emîn salvegera damezirandina AKP’ê de min îmze avêt bin metnê qedexeya li dijî turbanê jî. Wê demê Ali Bayramoglu û Ethem Mahçupyan yên nêzî AKP'ê danezana ‘Ji turbanê re azadî" belav kirin. Min jî îmze avêt bin wê metnê. Yên ku ew metn amade kirin hêj karên xwe dikin. Em ev metînê aştiyê îmze kir em ji karê xwe bûn. Lê ne girîng e. Ez dibêjim feraseta min a azadiyê wisa ye. Em nikarin bi azadiya ziman, nasname, cil û çanda kesên din bilîzin. Dixwazin me bi kede terbiye bikin. Lê nikarin bi ser bikevin.    Guney, bal kişand ser îtîfaqên li hemberi HDP’êû wiha bi dawî kir: "Niha me wekî kesên dijber sucdar dikin. Me ji nava xwe dûr dixin. Lê ne pirsgirêk e. Dijberi vê yekê em hemû rengan diparêzin. Em azadiya nirxên hemû reng û baweriyan esas digirin. Em azadiya raman û îfadeyê esas digirin. Wekîla me ya Stenbolê Huda Kaya û wekilê me yê sosyalist Ertuğrul Kurkçu di heman kursiyê de li tenişta hev rûniştin. Em vê helwesta xwe ya parastina reng, awerî û nirxên civakê li tevahiya Tirkiye belav dikin. Em dê HDP’ê li Tevahiya Tirkiye belav bikin. Derdê HDP'ê yê bibe partiya Tirkiye heye.  Dema em biçin meclîsê yên li dijî HDP'ê linca siyasî pêk tînin em dê hesap ji wan bipirsin. Ez dê hemû pirsgirêkên li Mêrsînê komî ser hev bikim û bibim meclîsê. Ez dê li Mêrsînê buroya şêwirmendiyê ava bikim."