YSK'ê daxwaza Demîrtaş a Fox Tv red kir 2018-05-30 18:19:30   ENQERE - YSK'ê daxwaza Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a bi telefona ansesor beşdarî Fox TV bibe red kir.    Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a bi telefona ansesor beşdarî bernameya Fox TV a "Lîder di Fox'ê de ne" red kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li gel du şerha endamê xwe daxwaza Demîrtaş red kir. Nûnerê HDP’ê yê YSK'ê Mehmet Tiryakî bi daxwaza Namzetê wan ê Serokomariye Selahattin Demirtaş bi telefonê beşdarî bernameya "Lîder di Fox'ê dene ne" ya Fox TV bibe serî li YSK’ê da.    YSK'ê di biryarê de da zanîn ku erka erka biryarê di destê Wezareta Dadê de ye û daxwaza serlêdanêred kir.