Komekê êrîşî standa HDP’ê kir 2018-05-30 18:09:25   ENQERE – Li Kolana Konur a Enqereyê komekê êrîşî standa hilbijartinê ya HDP’ê kir.    Li Kolana Konur a Enqereyê komekê êrîşî standa hilbijartinê ya Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê kir. Kom derbasî ber standê bû û nîşaneya “gurgeboz” kirin û dirûşm berz kirin. Komê mudaxeleyî peywîrdarên HDP’ê kirin. Piştî polîs ketin navberê komê ji cihê bûyerê û kom dûr ketin. Hin endamên komê çêrî HDP’yan kirin û gef li wan xwarin.  HDP’î carek din li ber stantê kom bûn û xebata xwe li gel gerandina govendê birêve birin.