‘Bila girtiyê her du destê wî tuneyî bê berdan’ 2017-10-14 15:36:56 ÎZMÎR - ÎHD Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê her du destê wî tuneyî Ergîn Aktaş û aşkera kir ku Aktaş di tecrîdê de ye û xwest serbest bê berdan. Çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" her hefte di pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê de tê lidarxistin, di hefteya 402'yan de ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin. Endamên ÎHD'ê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hatin gel hev bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.   Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Caner Can diyar kir ku her roj hejmara girtiyên nexweş zêde dibin û wiha got: "Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê de tê girtin û her du destên wî tune ne, destê çepê di enîşkê de tune. Destê wî yê rastê jî di zendê de tune. Berî teqîna ku Aktaş dest û milê wî jê bûne, ji serê xwe gule girtiye. Ji ber wê di serê wî de herişîn heye û ji ber vê di axaftinê de zehmetiyan dikişîne."   ‘AKTAŞ DI TECRÎDÊ DE YE'    Canli aşkera kir ku nexweşiya KOAH'ê ya Aktaş kûr bûye, di medê wî de pirsgirêk heye, ji ber êşa diranan serî li îdareyê daye û ev 7 meh in ew nebirine nexweşxaneyê û ev tişt got: "Aktaş bi tena serê wî derdixin ewşa bêhnstandinê û hevalên xwe tenê di şibekeyê de dibîne. Ji ber ku nexweşiya wî gelekî bi pêş ketiye, divê bi rêk û pêk bê dermankirin. Aktaş di binê tecrîdê de ye, bi vê dixwazin girityan du caran ceza bikin."   Canli destnîşan kir ku Lijneya Îhtîsas a 3'yemîn a Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 12'ê Tîrmeha 2013'an de rapora "Ji ber seqetiyên giran nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, ji ber wê divê hin kes li wî mêze bikin" dane Aktaş û xwest demek ji ya din zûtir serbest bê berdan.