Serokê Federasyona Astengdaran Îçli: Dengê me ji HDP’ê re ye 2018-05-30 17:44:07     ENQERE - Namzetên HDP'ê Veli Saçilik û Musa Piroglu Serokê Federasyona Astengdaran Turhan Îçlî ziyaret kir. Îçlî, diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin HDP’ê.    Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqereyê Velî Saçilik û yê Stenbolê Musa Pîroglu, li gel endamên Komîsyona Astengdaran a Partiyê çûn Federasyona Astengdaran a Enqereyê ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê Serokê Federasyonê Prz. Turhan Îçlî û endamên federasyonê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Îşcî, ji endam û namzetên HDP’ê re spasiyên xwe şand. Îçlî, diyar kir ku hin partiyan di nava namzetên xwe de kesên astengdar nîşan dane, lê ew di rêza dawî de nişan dane û wiha got: "Ev nîşan dide ku zêde qîmet nade wan. Lê HDP'ê hevalên me Veli Saçilik û Musa Piroglu ji rêza yekem dan. Dê bi şensek mezin bê hilbijartin. Em vê yekê ji bo astengdaran wekî têkoşînek serkeftî dibînin. Ji ber vê yekê di hilbijartinê de em dê piştgiriyê bidin HDP'ê.    SAÇILIK: EM DÊ DENGÊ ASTENGDARAN BIBIN MECLÎSÊ   Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Velî Saçilik jî diyar kir ku ew ji bo dengê astengdaran bistînin nehatine vir û wiha got: "Em dizanin ku mafê astengdaran pir tê binpêkirin. Astengdar di her mijarê de tên asteng kirin. Em dê xebat, pirsgirêk û dengê astengdaran bibin meclîsê. Li gorî me dewlet mafan asteng dike."    PÎROGLU: ASTENGDARÎ PIRSGIRÊKA CIVAKÎ YE   Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu jî diyar kir ku astengdarî pirsgirêka civakî ye û wiha got: "Divê me di vê mijarê de fikra civakê biguherînin. Nasnameya HDP’ê ewe ku bibe dengê ên din. Bibe dengê civaka ku vîn û denge wê nayê dîtin û bihîstin e. Divê em astengdariyan derbas bikin. Ez ji nava têkoşînê hatim û ez dê di nava têkoşînê de bimînim."