Qeyda deng derewa qeyûm Atîlla derxist holê 2018-05-30 17:16:01   AMED – Bi qeyda deng derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla bi darê zorê wêneyê xwe bi welatiyan re dikişîne û li ser medya civakî parve dike.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla di çarçoveya “Bernameyên Remezanê” de li nav bajêr bi otobus û dolmîşan re derket gera nav bajêr. Atîlla li gel parêzvan û wênekêşê xwe li dolmîşan siwar bû. Qeyûm bi zorê li gel welatiyan wêne kişand. Hin welatiyên nexwestin wêne bi qeyûm re bikişînin, bertek nîşan dan. Lê li gel berteka welatiyan jî qeyûm wêne kişand û li ser hesabê medya civakê yên Şaredariya Mezin bêyî riza wan parve kir.    QEYÛM BI ZORÊ WÊNE DIKIŞÎNE   Parvekirina wêneyan rastî nerazîbûna welatiyan hat. Yek ji van welatiyên ku wêneyê wî li ser hesabê medya civakî yê Twîttera Şaredariya Mezin parve kirin jî, rojnameger Kadrî Esen e. Di kêliya ku qeyûm Atîlla di dolmîşê de xwest li gel Esen wêne bikişîne rastî nerazîbûna Esen hat. Di navbera qeyûm û Esen de diyalogek pêk hat. Esen wan kêliyên ku qeyûm bi darê zorê xwest wêne bikişîne kêlî bi kêlî qeyda deng girt.    Esen li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku wêne bê riza wî ji aliyê qeyûm ve hatiye kişandin û parvekirin û diyaloga di navbera xwe û qeyûm de parve kir. Di qeyda deng de her çiqas Esen naxwaze wêneyê wî bê kişandin jî qeyûm û wênekêşe xwe bi zorê wêne dikişînin.    Di qeyda deng de diyaloga di navbera qeyûm û Esen de wiha derbas dibe:   Qeyûm: Çima Kadrî Esen: Ez naxwazim bi we re wêne bikişînim.  Qeyûm: Tu ji ku derê yî? Kadrî Esen: Ez ji vir im Qeyûm: Tu ditirsî? Kadrî Esen: Ez natirsin çima bitirsim? Qeyûm: Wêneyê herî xweşik ev e Kadrî Esen: Ez naxwazim wêneyê min li gel we bê weşandin. Hûn bi zorê wêne dikişînin.  Qeyûm: Navê te çi ye? Kadrî Esen: Navê min ne girîng e. Qeyûm: Çi tu nizanî.  Kadrî Esen: Ez li hember qeyûm im. Ez qeyûman qebûl nakim. Yên ku me hilbijartin tu hatiyî şûna wan. Niha ew di girtîgehê de ne û jî hatiyî şûna wan.  Qeyûm: Li ku ne? Kadrî Esen: Li girtîgehê ne.  Qeyûm: Çima çûn hepsê? Qeyûm: Ez ê bibim mêvanê vî birayê xwe.  Kadrî Esen: Ez te naxwazim. Bi rastî jî ez naxwazim ev wêne bê weşandin.  Qeyûm: Mehmet em êvarê mêvanê vî birayê xwe ne. Xwarin jî ji aîdî me ye.  Kadrî Esen: Ez ne we û ne jî xwarina we dixwazim.  Kadrî Esen: Li gel ez kişandina wêne naxwazim jî, hûn dikişînin. Niha hûn sûc dikin. Wêneyê min nekişînin.