Moody’s: Tirkiye her ku diçe xizan dibe 2018-05-30 17:08:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya navneteweyî ya krediyan Moody’sê  ji ber enflasyona bilind û bêqîmetbûna pereyê Tirkiyeyê texmîna xwe ya ji bo mezinbûna aboriya Tirkiyeyê dîsa xist. Moody’sê destnîşan kir ku buhabûna neftê jî bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiye kiriye û texmîna wan a mezibûna aboriya Tirkiye ji bo sala 2018’an ji %4 daxist ji %2,5’an.   Moody’sê der barê aboriya Tirkiye de diyar kir ku aboriya Tirkiye daketiye pereyê Tirkiye bê qîmet bûye. Moody'sê ji bo daxistina texmîna xwe jî sê hincet diyar kirin ku enfloasyona bilind a li Tirkiyeyê, bêqetbûna pereyê tirk û buhabûna neftê ne. Moody’sê destnîşan kir ku hedefa Bankeya Navendî ya tirk ji bo enflasyona salane ji %5 bû lê ji niha ve enflasyona li Tirkiyeyê ji %10,85’an derbas kiriye. Moody’sê balkişand ser bêqîmetbûna pereyê tirk û hişyariya bihabûna dovîzê ya li hemberî TL’y kir. Moody’sê diyar kir ku dê di mehên pêş de jî dovîz li hemberî TL’yê dê buhatir bibe. Moody’sê destwerdana serokkomartê tirk Erdogan a li dijî Bankeya Navendî ya tirk jî rexne kir û destnîşan kir ku hemleyên Erdogan datînin holê ku Bankeya Navendî ne serbixwe ye û di bin siya desthilatdariyê de ye. (Serwîsa Aboriyê)