'Girtiyê birîndar Akin nayê dermankirin' 2017-10-14 15:26:36 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 290’î de çalakiya “Rûniştina F” pêk anî. Komîsyonê bal kişand ser rewşa Îsmet Akin û diyar kirin ku li gel birîna wî vekirî ye jî nayê dermankirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 290’an de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê pêk anî. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd dikuje, bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin", “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyen nexweş bên berdan" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Endamên Komisyonê di çalakiye de bê navber “Bila îşkenceya OHAL'ê bi dawî bibe", “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Bila Îsmet Akin bê berdan" berz kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser nexweşê birîndar Îsmet Akin û xwestin Akin bê berdan. Birayê Ridvan Karakoç ê di bin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç daxuyanî da.    ‘DIXWAZIN TIRSÊ BELAV BIKIN'    Karakoç,  diyar kir ku bi sedan girtî bi hevre rastî îşkence û şikandina rûmetê tên û wiha got: "Girtî dibin şertê tecrîda giran de dijîn. Dixwazin di bin şertên tecrîda giran de girtî rastî nexweşiyên fîzîkî û derûnî bên. Li Tirkiye girtîgeh her dem ji bo îktîdarê bûye cihê têkbirina siyaseta muxalif. Bi armanca siyaseta muxalif tune bikin û têk bibin kesan davêjin girtîgehan û binpêkirina mafan zêde dikin. Dixwazin bi tirsê gel bê deng û bê bertek bihêlin. Dixwazin gel bê bandor bikin."    Karakoç, anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re binpêkirina mafan gelek zêde bû û wiha got: "Li dijî hiqûqê mafên hevditina parêzeran hatiye sînorkirin. Girtî nayên dermankirin. Derman dereng didin girtiyan. Li dijî hiqûqê li odeyên girtiyan lêgerînên bê ûsîl dikin. Name u faksan nadin girtiyan û mafê girtiyan ê ragihandinê ji destê wan tên girtin. Girtî rastî ledan û tundiyê tên. Mafê girtiyan ên daxwaznameyê ji destê wan tên girtin û girtî li dijî heq û hiqûqê rastî cezayê dîsîplînê tên. Zorê li girtiyan dikin ku lêgerîna tazî li ser wan bikin."    Îsmet Akin li gel ku birina wî vekirî ye jî nayê dermankirin. Akin bi perçeyê şerepnalê birîndar bû. Di 2012'an de li Amedê piştî birîndar bû hat binçavkirin û girtin. Li Girtîgeha tîpa D Amedê 3 caran emeliyat bû. Salek û 6 mehin şandin Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê. Li gel ku birîna wî vekirî ye, di nava şert û mercên giran de tê hiştin û nayê dermankirin. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî heq û hiqûqê tev bigerin û Akin derman bikin."    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.