Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 13’an 2018-05-30 15:55:46   AMED – Li Amedê di operasyona li dijî xebatkarên hilbijartinê yên HDP’ê de hejmara binçavkiriyan derket 13 kesan.    Li naveçya navendî ya Rezana Amedê polîsan serê sibê bi ser malên xebatkarên hilbijartinê yên HDP’ê de girt. Polîsan lêgerîn li malan anî û hinceta binçavkirinan nehat zanîn. Di operasyonê de Hevserokê DBP’a Rezanê Hasret Akay, berpirsê buroya hilbijartinê ya taxa Bagcilarê Sînan Dogan, Saadettîn Akay, Yasîn Bîet, Arzu Karaman, Ozlem Noyan, Hacer Yaşar, Hasan Al, Tarik Gunden ê astengdar û 4 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin.    13 kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Rezanê.