Malpera Ajansa Rojnewsê şevê din hat astengkirin 2018-05-30 15:41:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê şevê din rastî êrîşên sîber hat û weşana ajansê hat rawestandin.    Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku li Herêma Federal a Kurdistanê weşana xwe dike şevê din rastî êrîşên sibêrê hat û weşana ajansê sekinî. Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku bi zimanê Erebî, Tirkî û zaravayên Kurdî û Soranî weşanê dike beriya niha gelek caran li Tirkiyeyê hate astengkirin.   Xebatên ji bo ji nû ve destpêkirina weşanê didome. Hûn dikarin nûçeyên Rojnewsê li ser vê navnîşanê bişopînin.