Ayla Akat û namzetê HDP'ê ya Erdexanê Aktaş hatin berdan 2018-05-30 15:29:45 ERDEXAN - Parlamenterê HDP'ê yê berê Erdexanê Dr. Taşkin Aktaş û aktivîsta TJA Ayla Akat Ata ku ji heman dozê dihatin darizandin, hatin berdan.  Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) û namzetê HDP'ê yê Hilbijartina 24'ê Hezîranê Dr. Taşkin Aktaş û Aktîvista Ayla Akat Ata ku ji heman dozê tê darizandin hatin berdan. Danişîna doza Akat û Taşkin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat dîtin. Akat û Aktaş ên bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz li wan hatibû vekirin. Aktaş û Ata û 3 kesên din ji doza dihatin darizandin hatin berdan.