Danişina doza Yuksekdag taloq kirin 2018-05-30 14:10:58   MÊRSÎN - Danişîna doza Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye dihat darizandin hat ditin. Dadgehê doz taloq kir.    7'emîn danişîna doza Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsinê hat dîtin. Yuksekdag di 13'ê Adara 2016'an de beşdarî Kongreya HDP'ê ya Mêrsînê bûbû. Ji ber axaftina Yuksekdag bi îdîaya heqaret li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye doz lê hatibû vekirin. Yuksekdag  tev li danişînê nebû parêzerê wê tev li danişînê bûn.   Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeren bi sedema ku kêmasiyên dosyayehene, doz taloqî 27'ê Mijdarê kir.