DAD: Biryara YSK’ê ya veto li dijî civaka elewî ye 2018-05-30 13:45:37   DERSIM - Rêveberên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), diyar kirin ku biryara YSK'ê ya vetokirina namzetên HDP’ê yên elewî, li dijî civaka elewiyan e.    Komeleya Elewiyên Demokratîk, (DAD), têkildarî biryara veto ya Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ya der barê namzetê elewî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Navenda Giştî ya Dersimê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de nûner û rêveberên DAD'ê, endam û rêveberên HDP'ê yên Dersimê, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, Namzetê HDP'ê Alîcan Onlu û Namzeta HDP'ê ya Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl amade bûn.    Hevserokê Giştî yê DAD'ê Musa Kulu, diyar kir ku polîtikayên tundî û rageşiyê Tirkiye dixe nava pêlên tariyê û wiha got: "Di hilbijartina 24'ê Heziranê de zorê li gelan ferz dikin. Em wekî DAD'ê me xwestibû ku namzetekî ku nûnertiya me bike bibe namzet. Navnîşana ku daxwazên me yên civakî qebûl dke HDP ye. Bi riza saziya DAD'ê Namzetê me Hevserokê Şaxa DAD'ê yê Edeneyê Pir Zeynel Kete bû. Wekî DAD'ê Zeynel Kete, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) Turgut Oker û gelek namzetên din ji aliyê YSK'ê ve mafê wan hat xesp kirin. Biryara veto li dijî vîn û nasnameya gelê elewî ye. "