Piştî hat binçavkirin rastî lêdanê hat 2018-05-30 13:09:34   EDENE - Endamê HDP'ê yê duh di vekirina buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Edeneyê de hat binçavkirin, rastî lêdana polîsan hat.    Rêxistina HDP’ê duh li Taxa Denîzlî ya Navçeya Seyhan a Edeneyê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de endamê HDP'ê Cahît Guven di vekirina buroyê de hat binçavkirin. Ciwanê HDP'î Guven, piştî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin qereqolê, ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat.  Guven ku der barê wî de biryara girtinê hebû îro piştî sewqî dadgehê kirin û hikûmê wî xwendin ew şandin girtîgehê.    Malbatê diyar kir ku kurê wan rastî lêdana polîsan hatiye û dê der barê polîsan de gilî bikin.