Qada jin lê karibin bibin xwedî gotin: Platroma Jinan a Edalet û Wekheviyê 2018-05-30 12:59:04   STENBOL -  Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê, bi biryar e ku hemû jinên di nava wê de cih digirin bibin xwedi gotin û vîn. Koordinatora Patformê Gulseren Onanç, diyar kir ku armanca wan fikrê pêş bixin û hemû jinan bikin xwedî gotin û cesaret û têkoşîna jinê pêş bixin.    Jinan li ser biryara ku di Zîrveya Edalet û Wekheviyê ya 30'ê Mijdar - 1'ê Kanûna 2017'an de girtibûn, Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê ava kirin. Jinan di 29'ê Gulanê de Platforma xwe li Odela The Marmara Pera bi civîna çapemeniyê îlan kirin. Gelek nûnerên saziyên jinan di nava platformê de cih digirin. Koordinatora Platforme Gulseren Onanç, bal kişand ser armanc û xebatên Platformê û diyar kir ku di nava siyasetê de navê jinê tune, lê êdî platforma wan heye. Onanç anî ziman ku ne platformek siyasî ye, lê dê hemû jinan li dora xwe kom bike û jinan bi rêxistin bikin. Onanç, da zanîn ku ew dê rê li pêş hemû bê edaletiye bigirin û wiha got: "Jin dixwazin xwe bi rêxistin bikin û li hev kom bibin. Êdî ne pêkan e jin belavbûyî têbikoşin. Ji bo têkoşînê xebat û rêxistinbûn divê. Em dê mafê jinê yê wekhevî û edaletê biparêzin. Em dê bêtir deng û vîna jinê bidin xuyakirin. Platform; dê di her qadê de têkoşînek wekhev, bi edalet û serbixwe bide meşandin. Armanc dike ku hemû komele, vakif, kooperatif, kolektif, navendên lêkolîna jinan, înisiyatif, kom, komên pişteviyê yên jinan tevan li hev kom bike. Di bin baneyekî de kom bike. Platform, armanc dike ku wekhevî edalet û ramana azad, îfadeya azad pêş bixe. Armanc dike ku Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên jinan û aktîvistên serbixwe ji hev agahdar bike tora nava wan xurt bike. Armanc dike ku di guhertin û veguhertinê de pêşengiyê civakê re bike. Em armanc dikin fikirandin, îfadekirin û hilberînê pêş bixin. Vîn û wêrekiyê pêş bixin. Dê di vê platformê de her jin bibe xwedî gotin û karibin azaf bifikirn û îfade bikin. "     Rêvebera Naveroka Malpera Webê ya Platformê û Hîndekara Derûniya Civakê ya Zanîngeha Stenbolê Asli Aydemir, diyar kir ku platform, dê cih bide hemû jinan û wiha got: “Ev platform dê hemû çînên jinan bîne cem hev. Dê tora nava jinan xurt bike û têkiliya wan xurt bike. Wê sînora ji nava wan reke û bike xwedî hilberîn û fikarandin.    Rêvebera Naveroka Malpera Webê ya Platformê û Hindekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Mimar Sinanê Ceren Gulbudak jî, anî ziman ku dema ew çîroka xwe digire ber çavan ev platform dê ji bo hemû jinan bibe qadek girîng û hemû jin karibin li vir bibin xwedî gotin. Dê hemû jin karibin bên cem hev."   MA / Necla Demir