Alên HDP'ê qedexe kirin, bi alên AKP'ê xemilandin 2018-05-30 12:31:11 AMED - Li navçeya Pîranê Qeyûm Alparslan Kiliç, daliqandina alên HDP’ê qedexe kir, lê li aliyê din navçe bi alên AKP'ê xemiland.  Qeyûmê Pîranê Alparslan Kiliç ê daliqandina alên HDP'ê li navçeyê qedexe kir, navçe bi alên AKP'ê xemiland. Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Qeyûmê Pîranê Alparslan Kiliç ve tên astengkirin. Qeyûm Kiliç, xwe spart biryarên YSK'ê û alên HDP'ê yên li navçeyê qedexe kir. Qeyûm diyar kir ku xebat dê hiştî 5'ê Hezîranê bên kirin û destûr neda HDP'ê. Lê li aliyê din personelên şaredariyê bi maşîneyên şaredariyê alên AKP’ê daliqandin.  Qeyûm kolanên navçeyê bi alên AKP'ê tije kir. Lê destûr nade ku HDP li pêş buroyên hilbijartinê alên xwe daliqîne.