Alk Doç. Gunok: Divê nerîna li hemberî kurdan biguherînin 2018-05-30 11:26:30   MÊRSÎN - Alk Doç. Emrah Gunok ê ji ber ku danezana aştiyê îmze kir hat îxrackirin, diyar kir ku heta Tirkiye nerîna li hemberî kurdan û HDP’ê neguherîne nikare xwe ji vê rejîma zordest rizgar bike.    Tirkiye piştî îtîfaqa AKP-MHP'ê ket pêvajoyek din. Zext û zordariyên li ser civakê zêde bû. OHAL hat îlankirin û bi deh hezaran mirov bi KHK'ê hatin îxrackirin. Şer li bajaran giran bû û bajar hatin xerakirin. Gund hatin valakirin. Di 16 salên AKP'ê de aborî bêtir têk çû. Piştî îtîfaqa cumhur a AKP û MHP’ê ava kir, di qada siyasî, aborî û civakî de qeyran kûrtir bû. Girtin, binçavkirin û zextên li ser civakê zêdetir bû. AKP û MHP bûn yek û îtîfaqa Cumhur ava kirin. CHP, ÎYÎ, SP û DP bûn yek û îtifaqa millet ava kirin. Li aliyê din HDP bi tenê hiştin û armanc dikin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP di bin bendê de bihêlin. Têkildarî polîtîkayên itîfaqa Cumhur û millet ya li hemberî HDP'ê Akademîsyen û hundekarê Beşa Felsefeyê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Alk Doç. Emrah Gunok ku îmze avêd danezana "em nabin şirîkê vî sûcê" ji kar hat avêtin, nerînên xwe parve kirin.    Gunok, diyar kir ku ger piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê nerîna li hemberî HDP'ê û kurdan bê guhertin, pêşerojek xweş û demokratîk li pêş Tirkiye ye û wiha got: "Na ger ku nerîna der barê HDP'ê û kurdan e neyê guhertin, Tirkiye dê nikaribe xwe ji vê kaosê rizgar bike. Divê êdî partiyên li Tirkiye ji dîrokê dersê derxin. Ji ber ku min tundiya polîs û leşkeran a li ser gelê herêmê şermezar kir û metnê aştiyê îmze kir ez îxrac kirim. Ji wê rojê heta niha betal im. Divê li Tirkiye kurd û tirk berê xwe bidin hev û di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê jî divê piştî hilbijartina 24'ê Heziranê nerîna li hemberû kurdan bê guhertin.  Ger ku ev nerîn neyê guhertin dojehek din li pêş Tirkiye ye. Divê êdî Tirkiye biryar bide ku dê ji niha û şûnde bi kîjan ferasetê li HDP û mijara pirsirêka kurd binere. Ev yek dê rêveçûna Tirkiye biguhere. Ger nerîna xwe biguhere dê bêtir ber bi azadî û demokrasiyê biçe. Na ger ku nerînê neguhere dê teslîmî rejîma yek mirovî bibe. Dê erk û rola hemû mirovan ji destê wan bê girtin.    ÎTÎFAQA CUMHUR TALÛKEYEK MEZIN AVA DIKE   Gunok, bal kişand ser îtîfaqa Cumhur û wiha berdewam kir: "Em bi vê îtîfaqê bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Em dê êdî nikaribin li ruyê hev binerin. Hezkirina navbera me dê ji holê rake. Di mijara ku HDP tev li îtîfaqa millet nekirin de jî em helwesta CHP'ê ya serdema erêkirina destnedayîna wekîlan dibînin. Wê demê jî CHP'ê bi piştgiriya destnedayînê HDP derxist dervê meclîsê. Ger ku HDP tev li itîfaqa millet kiribûna dê hem hêjmara dengan gelek zêde kiribûna. Divê êdî her kes bibîne ku kî çînê di nava çivakê de ava dike. Divê her kes bibîne ku kî perçe dike.    Kesên aştiyê dixwazin û li çareseriyê digerin tên kuştin. Mînak Tahîr Elçî bal kişand ser rêya çareseriyê hat kuştin. Hrat Dink rastî anî ziman hat kuştin. Çima hatin kuştin? Ji ber ku xwestin nerîna li hemberî kurdan bê guhertin. Ji ber ku xwestin êdî rastî bê dîtin. Lê divê zimanê ku banga aştiyê dike, mirovan bikişîne nava aştiyê bê pêşxistin. Divê aktorekî wekî Demirtaş rê li pêş bê vekirin û karibe bêtir siyasetê bike. Divê bêtir li qada siyasetê di nava siyasetê de cih bigire. Îro li Tirkiye pirsgirêka mezin a siyasetê tenê siyaset ketiye destê yek mirovî û li gorî xwe bi rêve dibe, perçe dike û belav dike."     Ger ku nerîn neyê guhertin AKP jî bibe îktîdar CHP jî bibe îktîdar dê pirsgirêk çareser nebe. Divê berî her tiştî nerîna li dijî kurdan bê guhertin.