Li Amedê 6 xebatkarên HDP'ê hatin binçavkirin 2018-05-30 10:57:44 AMED - Li Amedê polîsan bi ser malan de girt û 6 xebatkarên buroyên hilbijartinê yên HDP'ê binçav kirin.    Polîsan li navçeya Rizan a Amedê bi ser gelek malan de girt û 6 xebatkarên buroyên hilbijartinê yên HDP’ê binçavkirin. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Rezan Hasret Akay, Berpirsiyarê Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Bagcilar Sinan Dogan, Saadettin Akay, Yasin Biyet, Arzu Karaman û Ozlem Nuyan binçavkirin.    6 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.