Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin 2018-05-30 10:50:13 RIHA – Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Omer Ocalan, bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê da û wiha got: "Dibêjin HDP perçekirinê dike. Lê em dibêjin yên esil perçe dikin ew in. Ji xwe welat perçe kirine. Di nava civakê û mirovan de enî ava kirine. Wan perçe kir em wekî HDP’ê dê ava bikin û bikin yek."  Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê û Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, der barê namzetiya xwe û polîtîkayên HDP’ê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Ocalan ku 2 salan serokê HDP'ê yê Mêrdîn bû, niha mamzetê HDP'ê yê Rihayê ye.    HDP NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE    Ocalan, bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye û rêbazên çareseriyê û da zanîn ku tenê rêya çareseriyê HDP ye. Ocalan, anî ziman ku HDP navnîşana reng û baweriyan e. HDP navnîşana demokrasî, azadî, aştî û edalete ye. "Her kes xwedî yek fikir e ku hikûmeta AKP'ê tu tişt ji gel re neanî. Her kes bawer dike ku civak perçe kir. Niha Tirkiye li ser zinar e. Bajarên hatin xerakirin û talankirin hene. Ev politîka pirsgirêka kurd çareser nake. Ji bo em rol û misyonê xwe bilîzin me biryar stend ku di nava HDP’ê de cih bigirin. Pirsgirêkên welat ên kûr hene. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka aborî û pirsgirêka siyasî heye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin em dixwazin siyaseta demokratîk pêş bikeve."     DIVÊ EM AŞTIYÊ FERZ BIKIN   Ocalan bal kişand ser îtîfaqa Cumhur a di navbera AKP, MHP û BBP’ê de û wiha got: "Ev îtîfaq nîşan dide ku HDP çiqas xurt bûye. Lê divê em bêtir xurt bibin. Ji ber ku pirsgirêkên Tirkiye pir mezin in û divê em wan çareser bikin. Divê em aştiyê li ser her kesî ferz bikin. Tu girêdana me û nêzîkbûna me bi îtîfaqên millet û cumhur re tune ye. Li Tirkiye HDP  ji aliyê partiyên din ve wekî dijmin hat dîtin. HDP dê di çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî de rolek mezin bide ser xwe. HDP bi awayekî radîkal li dijî îtîfaqa Cumhur radiweste. Ji ber ku Îtîfaqa Cumhur pirsgirêkên Tirkiye kûr dike. Niha HDP'ê wekî partiya cudakar dibînin. Lê em dibêjin yên Tirkiye perçe dikin ew bi xwe ne. Ew perçe û xera dikin. HDP jî komî ser hev dike û ava dike.  HDP firêna Tirkiye ye. Ger ku HDP ji siyasetê bê dûrxistin, dê rê li pêş nijadperestî, kevneperestî û otorîteriyê bê vekirin.    Gelê Rihayê dê zincîra ku li dora xwe hatiye pêçan bişkîne. Gelê Rihayê li dijî Nemrûdan şer kiriye. Hz. Îbrahim li vir pêş ketine. Qasidê aştî, edalet û çareseriyê li vir pêş ketine. Divê êdî em tev dest bidin hev û bi hevre Tirkiye ji vê kaosê rizgar bikin. HDP mala gelan e partiya gelan e.    AKP pirsgirêkan kûr dike, lê HDP Dê çareser bike. AKP bêtir krîzê kûr dike û bêtir rantê pêş dixe.    Ocalan da zanin ku hikûmetê li Pirsûsê kuştina 33 ciwanên sosyalîst û li Serêkaniyê kuştina 2 polîsan kirin hincet û şer da destpêkirin û wiha got: “Pêvajoya çareseriyê pir bi qîmet û watedar bû. Divê em li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Pêştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû di sala 2015'an de dîsa şer dest pê kir. Dîsa mirov hatin kuştin. Bûyerên Pirsûs û Serêkaniyê divê bên ronîkirin. Li pişt wan kî heye. Xwişk û biratiya gelê kurd û tirk ya li Tirkiye ku hezar salin didome di bin talûkeyê de ye. Yê ku lîstik xera kirin Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah  Ocalan e. Divê ji bo çareseriyê dîsa biçin bi Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin bikin. Disa pêvajoya diyalog û muzakereyan bidin destpêkirin. Şer ji bo gelê Herêmê çareseriyê bi xwe re nine. Ev şerekî kor e. Encama vî şerî tune ye. Li aliyekî OHAL heye. Li ser kurdan û siyaseta kurdan zextên mezin hene. Encama vê yekê wekî Birêz Ocalan jî gotiye dê bi aştiyê çareser bibe.    Em bang li hemû gelê Rihayê dikin ku j bo çareseri û aştiyê dengê xwe bidin HDP’ê    MA / Arjîn Dîlek Oncel