Neqiliyatvan: Êdî ji AKP'ê re deng tune 2018-05-30 09:31:34 ÎDIR – Seroka Komeleya Neqiliyatvanên Îdirê Gunay Turan, diyar kir ku 3 sal berê hêjmara neqiliyatvanan 4 hezar û 500 TIR bûn, lê ji ber qeyrana aborî ev hêjmar daketiye 400 TIR'an. Turan, destnîşan kir ku AKP'ê sektora neqiliyatvaniyê têk bir û êdî neqiliyatvan dengê xwe nadin AKP'ê.  Yek ji deriyên bazirganiya derve deriyê navbera Tirkiye,  Ermenîstan, Azerbeycan û ÎRanê ye. Bajarê Îdirê ku cîranê Ermenîstan, Îran û Bahçivanê ye navenda bazirganiyê ye. Herî zêde TIR di nava Îdirê re derbasî dervê welat dibin û ji dervê welat derbasî Tirkiye dibin. Bazirganiya ku pir bi coş bû û tevger gelek zêde bû, niha hatiye asta rawestînê. Îdir ku bi 3 welatan re cîran e, neqiliyatvanî lê pir pêş ketiye. Lê ji ber polîtîkayên Tirkiye yên derve bazirganî kêm dibe û neqiliyatvanî jî kêm dibe. Li aliyekî buhayê mazotê zêde bû, li aliyê din bedelê heqê neqliyatê ji 3 hezar dolarî daket Hezar û 500 dolarî ev yek bû sedem ku sektora Neqliyate kêm bibe. Ji şîrketên neqliyatê yên karta 50 C-2 heye, tenê 30 şîrket xebatê dikin. Ji 4 hezar û 500 TIR’an hêjmar daket  400 TIR'an.    SEKTOR JI SEDÎ 90 KÊM BÛ'   Seroka Komeleya Neqiliyatvanên Îdirê Gunay Turan, diyar kir ku 3 sal berê hêjmara neqiliyatvanan 4 hezar û 500 TIR bûn, lê ji ber qeyrana aborî ev hêjmar daketiye 400 TIR'an. Turan, destnîşan kir ku AKP'ê sektora neqiliyatvaniyê têk bir û êdî neqiliyatvan dengê xwe nadin AKP'ê û wiha got: "Di 3 salên dawî de sektora neqliyatê ji sedî 90 biçûk bû. Ji sedî 10 mane. Ew jî niha bi deynê çek û senedan mijûl dibin. Rewş pir xerab e. Ji ber ku em nikarin deynê krediyan bidin em nikarin ji bankayan pereyan bikişînin. 2 sal berê me TIR'ek bi 120 hezar EURO dikirî. Niha TIR'ekê bi 40 hezar EURO difiroşin. TIR'ên ku buhayê wan bi 600 hezar TL’ niha bi 210 hezar TL tên firotin. Em dixwazin rayedar vê rewşê bibînin. Lê kes hawara me nabihîze. Rewşa me nabînin.    Turan, bal kişand ser buhabûna mazotê û wiha berdewam kir: "TIR'ên ji Îranê tên ji ber ku mazot li wir erzan e masotê ji Îranê dikirin û diçin û tên. Em 550 litre mazot bi 550 dolar dikirin. Lê Hezar û 300 litre mazot li Îranê bi 300  dolarî ye.      3 sal berê barê ku me ji Tirkiye dibir Tahranê me bi 4 hezar dolar bar dikir. Lê niha Hezar û 700 dolar e. Her ku diçe mazot buha dibe. Lê heqê kedê kêm dibe. Prîmê SSK'ê zêde bûye. Sîgorta trafîkê zêde bûye. Kasko û lastik buha bûye. Her tişt buha dibe, lê ked erzan dibe.    Şîrketa ku berê 150 TIR'e wan hebû, niha tenê 10 TIR’ê wê heye. Em hemû di nava êşê de dijîn. Me di wextê de pirsgirêk ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re gotibû. Wê demê got 'ez dê eleqeder bibim.' Lê tu tişt nekir. Tu zozên xwe pêk neanîn. Rewş pir xerab bûye. Êdî deng ji AKP'ê re tune ye. 16 salin li ser serê dewletê ye. Lê tiştek nekirin. Qasî serê dersiyê pêş neketine. Keda mirovan a 30 salan, di nava 5 salên dawî de tev vala çû. TIR û malên ku kirîbûn tev hiliyan. Êdî bendewarî û heviya min ji AKP'ê tune ye.   BERÊ 33 TIR'Ê MIN HEBÛ NIHA 5 TIR MANE   Niha rewşa herî xerab em dijîn. Berê 33 TIR’ên min hebûn. Niha tenê 5 TIR maye. Berê 12 milyon ciro pereyê min hebû. Lê niha nikarin hezar TL  pere ji bankayê bikişînim."   JI SEDÎ 80 DENGÊ XWE NADIN AKP’Ê    Neqliyatvan Mesut Kiliçtek diyar kir ku Îdir bi 3 welatan re sînorê cîranan heye û wiha got: "Karê neqiliyatvaniyê gelek baş bû. 20 hezar mirov debara xwe li ser sînor dikirin. Lê ji ber polîtîkayên AKP'ê ev yek tev xelas bû. Hilbijêrên AKP'ê dê ji sedî 80 dengê xwe nedin AKP’ê.