Piştî vî wêneyî, qeyûm dev ji belavkirina xwarina ji bo fitariyê berda 2018-05-30 09:29:34 ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, dema meha Remezanê dest pê kir dest bi belavkirina xwarina fitariyê kir. Lê belê piştî ku HDP'ê li Taxa Cûdiyê bi beşdarbûyîna bi hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir, qeyûm belavkirina xwarina fitariyê betal kir.  Şaredariya Cizîrê ya di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî wê hat kirin, bi hatina meha Remezanê re li hin taxên navçeyê dest bi xwarina fitariyê kiribû. Yek ji van atxên ku fitarî lê dihat belavkirin jî Taxa Cûdiyê bû.   Lê belê piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 19'ê Gulanê de li Taxa Cûdiyê bi beşdarbûyîna bi hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir, qeyûm hew xwarin belav kir.    Tê diyarkirin ku ev biryara ji aliyê qeyûmê hatiye tayînkirin ve hatiye dayîn.