'Sindoqan bibin navenda bajêr jî em ê biçin dengê xwe bidin' 2018-05-30 09:27:47 COLEMÊRG – Şêniyên gundê Çemê Şemaşê û Pîzala ku biryara veguhastina sindoqên wan hatin dayîn gotin: "Dengên me bibin navenda Colemêrgê jî, em ê biçin bi kar bînin."  Piştî ku walîtiyê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da, biryara veguhastina 140 sindoqî hat dayîn. Ji ber ku YSK sindoqan vediguhezîne gundên cerdevanan, gundiyan bertek nîşan da.    'EM DIXWAZIN LI GUNDÊ XWE DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'    Dê sindoqa gundê Çemê Şemaşê jî li gundê Dêzê bê danîn. Şêniyên Çemê şemaşê bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin. Meryem Akdogan ku li mezrika Pîzala ya gundê Çemê şemaşê dijî, anî ziman ku ew dixwaze li gundê xwe dengê xwe bi kar bîne û got: "Em dixwazin li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin. Dewlet nahêle em li vir dengê xwe bi kar bînin. Dibêjin 'hûn ê biçin li cihekî din dengê xwe bi kar bînin.' Em dixwazin êdî ev xwîn bisekine. Em hêvî dikin encameke baş derkeve û em dixwazin li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin."    ‘EM NAXWAZIN SINDOQ BÊN VEGUHASTIN'    Alî Akdogan ku li gundê Çemê Şemaşê dijî, bilêv kir ku ew naxwazin li gundekî din dengê xwe bi kar bînin û şêniya gund Zerîn Yîgît jî got: "Em dixwazin li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin. Bi veguhastina dengan dixwazin me asteng bikin. Dengê me veguhêzînin kuderê jî em ê biçin bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin."    Alî Akdogan jî got: "Ji vir heta gundê Dêzê mecbûr e em ê saetekê bimeşin. Ev mesele ne meseleya ewlehiyê ye. meqsedeke din heye. Li gundê ku sindoq lê tê veguhastin çi qas ewlehî hebe, li vir jî heman ewlehî heye. Encam çi dibe bila bibe em ê tim xwedî li dengên xwe derkevin. Tevdîrên giran bigirin jî em ê biçin dengê xwe bi kar bînin. Li pişt wê perdeyê, dê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe."    'BIBIN NAVENDA COLEMÊRGÊ JÎ EM Ê BIÇIN DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'    Salîh Yîgît, diyar kir ku divê dengê wan bi vîneke azad be û got: "Mûxtarîtiya wan cuda ye û ew gundekî cuda ne." Yîgît, anî ziman ku sindoqan bibin kuderê jî ew ê biçin dengê xwe bi kar bînin. Abdullah Yîgît jî got: "Dengê wan bibin navenda Colemêrgê jî ew ê biçin û bi kar bînin. Em mecbûr in xwedî li dengê xwe derkevin."      MA / Hamza Gunduz