Mûş dibêje 4-0: Em ê enqaza 16 salan biqedînin 2018-05-30 09:27:06 MÛŞ - HDP, hewl dide li Mûşê ji 4'an 4 parlementeran bişîne Meclîsê. Namzetên parlementeriyê ku bênavber dixebitin gotin: "Em dixwazin vê enqazê rakin."  HDP, li Mûşê jî bênavber dixebite. Namzetên parlementeriyê yên bajêr difikirin ku ew ê bikin 4-0.    'WELAT VEGUHERANDIN ENQAZÊ'    Ji namzetan Mensûr Işik, di sala 1999'an de Fakulteya Hiqûqê kuta kiriye û 10 salan jî parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.  Işik, di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de jî bûbû namzet. Işik, diyar kir ku tekane partiya muxalefetê ya ku li hemberî îktîdareke 16 salan têdikoşe HDP ye û got: "Hikûmeta AKP'ê 16 sal in welat veguherandiye enqazê. AKP tenê ne Mûşê, tevahiya welat veguherandiye enqazê. Îdiayeke me ya ku em vê enqazê hilgirin heye. Wekî HDP projeyên me yên ku em vê enqazê ji holê rakin hene."    'RIZGARÎ BI HDP'Ê PÊKAN E'    Işik destnîşan kir ku ji bo îktîdara siyasî bigihê îstikrareke civakî û aborî, tekane rê HDP ye û got: "Rizgarî bi îktîdara gelan pêkan e. Rizgarî, xelasiya ji îktîdar û rejîma qesrê ku 16 sal in welat veguherandiye enqazê. Riya vê yekê jî ew e ku di 24'ê Hezîranê de em biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û wan biparêzin."    'MIN ZIMANÊ AŞTIYÊ DI HDP'Ê DE DÎT'    Namzeta bajêr a din rojnamevan Şevîn Coşkûn jî li Zanîngeha Yakindogûyê Beşa Rojnamevaniyê kuta kiriye û 5 salan di ÎMC TV'yê ku bi KHK'ê hat girtin de xebitî. Coşkûn ji bo serlêdana xwe ya ji bo namzetiyê got: "Dema me rojnamevanî dikir, me tim zimanê aştiyê bi kar dianî. HDP hem partiyeke jina ye, hem jî di hemû daxuyaniyên xwe de zimanê aştiyê bi kar tîne. Ev ji bo min faktoreke girîng e. Ji bo 24'ê Hezîranê peywireke mezin ji bo hat dayîn. Em ê jî bixebitin û çi ji destê me bê em ê bikin."    Coşkûn, bal kişand ser çewisandinên li ser çapemeniyê û got: "Gelek hevalên me yên rojnamevan hatin girtin. Li ser gelek rojname û TV'yan sansur heye. Tenê niha di ser medyaya civakî re weşan tê kirin. Li ser xebatên hilbijartinê yên HDP'ê çewisandineke zêde heye û tu çapemeniyek vê yekê naweşîne." Coşkûn diyar kir ku ew ê ji bo azadiya çapemeniyê û hevpîşeyên xwe bitêkoş. Coşkûn, got, ji bo jiyaneke demokratîk dem mirov çûn ser sindoqê bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe.    'EM Ê HER 4 PARLEMENTERAN JÎ BIGIRIN'   Namzet Adnan Topçû jî, di sala 1988'an de li Enqereyê Beşa Tapû Kadastroyê kuta kir. Topçû got: "Di serî ji ber nehiqûqiyên rû didin divê gelê Mûşê dengê xwe bide HDP'ê. HDP, li Tirkiyeyê ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe û loma divê welatî dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo rawestandina kesên ku li Tirkiyeyê bûns edema krîza aborî, divê gel dengê xwe bide HDP'ê."    Topçû, destnîşan kir ku ji bo ew her 4 parlementerên bajêr bişînin Meclîsê dixebitin û bi rastî jî pêdiviya Mûşê bi HDP'ê û parlementerên HDP'ê heye. Topçû, diyar kir ku kesên dengê xwe dane AKP'ê gelekî poşman in û ji bo dengdayîna HDP'ê gelek sedemên me hene. Topçû, bilêv kir ku ew bawer dikin ku dê hilbijêr di 24'ê Hezîranê de dengê xwe nedin AKP'ê û got: "Herkes dixwaze ev îktîdara ku bûye bela serêw elat biçe û teqez divê biçe jî."