Mexdûrê 12'ê Îlonê ji bo hilbijartinê bênavber dixebite 2018-05-30 09:26:18 ÎDIR - Alî Polatê (65) ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de hat îşkencekirin, ji bo careke din çewisandin rû nedin bi şev û biroj tev li xebatên HDP'ê dibe. Polat got, dê HDP li Îdirê bike 2-0.  Her ku hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de nêz dibe, HDP xebatên xwe dilezîne. Li Îdirê jî ku hewl dide bike 2-0, ciwan, extiyar, kurd, azerî, kedkar û karker hemû tev li nav xebatên wê dibin.    Alî Polatê 65 salî ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hat îşkencekirin, yek ji xebatên dildar ê HDP'ê ye. Polat, ji bo ku zarokên wî, neviyên wî û hemû ciwan neyên çewisandin tev li nav xebatan bûye.    'HDP CIHÊKARIYÊ NAKE'    Polat, diyar kir ku ji ber HDP cihêkariyê naxe navbera kurd, azerî, terekeme, elewî û lazan di nav xebatan de cih girtiye û got: "HDP partiya herkesî ye. Cihêkariyê naxe navbera tu kesî. Hevjîna min azerî ye, ez jî kurd im."    ‘LI ÎDIRÊ EM LI HEMÛ MALAN BIGERIN'    Polat, anî ziman ku wî ji zarokatiya xwe heta niha tu rihetî endîtiye û got: "Min îşkence dît, lê bila zarokên min nebînin. Dihatim çewisandin. Min gelek zilm dît. Ji bo êdî dawî li van çewisandina bê û rojên xweş bên tev li xebatan dibim. Em li dijî çewisandin, zilm û îşkenceyê ne. Ji bo em bikin 2-0, em ê li Îdirê li her malî bigerin. Em ê bi şev û biroj bixebitin û bi îzna Xwedê em ê bikin 2-0."    EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN'    Polat, destnîşan kir ku ji darbeya 12'ê Îlonê heta niha wî îşkence û çewisandin dîtine û got: "Ji bo zarokên me, ciwanên me û cînarên me heman eziyetê nekişînin, li cem HDP'ê me. Namzetekî me azerî ye, namzetekî me kurd e. HDP nabêje ev kurd e an jî azerî ye. Nêviyê vî bajarî kurd û nêvî jî azerî ye. Bang herkesî dikim ku di bin banê HDP'ê de bixebitin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."    MA / Mahmut Ruvanas