Namzetê HDP'ê îlahiyatnas Prof. Tûrgay: Ji bo şikandina xelekê min got HDP 2018-05-30 09:25:27 ÎZMÎR - Namzetê Parlementeriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay, anî ziman ku feraseta serdest olê di xwe de dike yekdest û serî li pêkanînên ku tu eleqeya wan bi Îslamê re tune ye dide. Tûrgay, bilêv kir ku ji bo ev xelek bê şikandin ew daxilî siyasetê bûye û got: "A girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bi kar bîne, a gîrîng mirov li gor Îslamê bijî."  Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê, HDP ji gelek derdorên cuda kes kirin namzet. yek ji van kesan jî îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay e. Tûrgay di sala 1952'yan de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê û piştî ji Enstîtuya Îslamê ya Bilind a Îzmîrê mezûn bû, Enstîtuya Zanyarên Civakî ya Zanîngeha Selçûkê ya Konyayê kuta kir. Dema Tûrgay li Zanîngeha Dîcleyê Hîndekarê Pişka Tefsîrê bû teqawid bû. her wiha Tûrgay endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) e jî.    Tûrgay, niha li herêma yekemîn a Îzmîrê di rêza duyemîn de Namzetê Parlementeriyê yê HDP'ê ye.    AKP, 16 salin îktîdara xwe li dor Îslamê didomîne, lê belê tiştên dike berkesê vê yekê ne. Herî dawî Alîgirê Serokatiya Giştî ya AKP'ê Mûstafa Ataş di fitariya Serokatiya Bajêr a AKP'ê ya Bolûyê de gotibû: "Heta em Recep Tayyip Erdogan li vî welatî nekin serok, ji me re xew heram e. Zar û zêçên me ji me re heram in. Hevjîna me, dostên me ji me re heram in."    Tûrgay, destnîşan kir ku ji ber ku ol di nêvengeke wisa de tê bikaranîn û ji ber ku gel xwest ew daxilî siyasetê bûye. Tûrgay got, diyar kir ku ji ber ku ew di nav HDP'ê de ye, ji bo wî cihê serbilindiyê ye.    Prof. Tûrgay got: "Ez di warê şîrovekirina Îslamê de, ji gelek kesan cudatir difikirim. Çimkî nifûsa misilmanan milyar û nîv e. Lê misilman şerê hev dikin. Tenê ne li Tirkiyeyê, li gelek deverên alema Îslamê. Lê belê Îslam dibê 'Kesê/a mirovekî bikuje, hemû mirovahiyê dikuje.' Nexwe, ev rêveçûyîn ne Îslam e. Ez kesî ji ber baweriya wî nadarizînim. Lê belê gelek tiştên li ser navê Îslamê tên kirin, ne li gorî Qur'anê ne. Çimkî Xwedê cihêkariyê naxe navbera mirovan. Hedefa Qur'anê mirov e, mirovatî kêfxweşî ye, aştî û aramî ye."    ‘HEWL DIDIM VÊ XELEKÊ BIŞKÎNIM'    Tûrgay, destnîşan kir ku di Îslamê de bi qasî mirovan, heywan û nebat jî wekî mirovan esas tên girtin. Tûrgay, got, di hemû pirtûkên pîroz de bi heman awayî bêyî cudakarî behsa wekhevî, qencî û bedewiyê tê kirin. Tûrgay bilêv kir ku tu eleqeya rêveber û kesên olê di xwe de dikin yekdest, bi Îslamê re tune ye. Tûrgay got: "Niha ev tiştên ku em behsa wan dikin, di alema Îslamê de tune ne. Divê hin kes vê xelekê bişkînin û vebêjin. Ji ber vê hey misilmano, eger hûn cihêkariyê dixin nav mirovan, ji kerema xwe behsa Îslamê nekin. Eger hûn cihêkariyê dixin nav mêr-jinan, eger hûn cihêkariyê dixin nav misilman-xeyrî misilman, eger hûn cihêkariyê dixin nav tirk, kurd û ereban, riya we ne riya Qur'anê ye. Riya we ne riya Îslamê ye. Xwedê çi qasî rebbê tirkan be, ewqasî jî rebbê kurda ye jî. Rebbê hemû qewma ye. Heq û hiqûqa herkesî wekhev e. Di alema Îslamê de ev heq û hiqûq nayê naskirin. Her dewlet ji bo serdestiya xwe bidomîne, Îslamê bi kar tîne. Li Tirkiyeyê jî, li welatên ereban jî û li Îranê jî ev yek wisa ye."    Tûrgay, destnîşan kir ku 16 sal in îktîdara AKP'ê azadiya ziman a gelan jî nas nekiriye û got: "Zarokên ku dema AKP bû îktîdar çêbûn, niha 16 salî ne û kîjan ji wan bi zimanê xwe diaxive?"    Tûrgay, diyar kir ku kesên ku îro dertên û dibêjin 'me ev qas mirov kuştin', mirov nikare wan û Îslamê bîne cem hev û got: "Dema cenazeyê polîsekî tê rakirin, dema zarokekî kurd dimire digirîm. Tirk jî, kurd jî hemû mirov in. Feraseta ku 16 sal in sicdeya xwe li ser xwînê radixe, ma em ê wê deynin kuderê Îslamê."    'A GIRÎNG NE BIKARANÎNA NAVÊ ÎSLAMÊ YE, A GIRÎNG MIROV LI GORÎ ÎSLAMÊ BIJÎ'    Prof. Tûrgay, sedema ku di nav HDP'ê de cih girtiye bi van gotinan got: "Wekî din feraseteke siyasî ya ku Xwedê wekî rebbê hemû mirovan dibîne û jiyana wan a bi hev re qebûl dike heye? Ji ber ku ev têkoşîn li gorî Îslamê, li gorî Qur'anê ye ez li vira me."    Tûrgay, anî ziman ku 23 sal in ew li Herêma Egeyê dijî û vê herêmê baş nas dike. Tûrgay diyar kir ku di dema xebatan de ew bi tiştên xweş re rû bi rû dimîne. Tûrgay got: "Partiya ku herî nêzî ew rêgezên Qur'anê yên ez ji wan fêm dikim HDP ye. A girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bi kar bîne, a gîrîng mirov li gor Îslamê bijî."      MA / Ahmet Kanbal