Hedefa Aydinê herî kêm parlementerek e 2018-05-30 09:23:58 AYDIN - Hilbijêrên HDP'î yên li Aydinê, diyar kirin ku herî kêm ew ê parlementerekî bişînin Meclîsê. Her wiha hilbijêran, destnîşan kir ku ew ê li dijî hîle û xurdeyan xwedî li sindoqan derkevin.  Her ku hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê nêz dibe, xebatên hilbijartinê jî tên lezandin. Yek ji van bajarên ku xebatên hilbijartinê bênavber lê didomin Aydin e û nêzî 800 hezar hilbijêrên wê hene. Di hilbijartina 2015'an de HDP ji sedî 8,4 deng girtin. Hilbijêrên HDP'î destnîşan dikin ku di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de herî kêm ew ê parlementerekî ji Aydinê bişînin Meclîsê.    ‘JI BO ZAROKÊN ME HDP'    Nebahata Kaya, anî ziman ku HDP partiyeke jina ye û eger di 24'ê Hezîranê de têkeve Meclîsê dê aştî, azadî û wekhevî pêk bê. Kaya, bilêv kir ku tekane partiya ku li kuçeyan têdikoşe HDP ye û got: "Tenê em ê HDP'ê destek bikin. Bi taybetî jî em bang li HDP'ê dikin. Divê rastiya xwe bibînin û dengê xwe bidin HDP'ê. Dê bi dengekî me namzetê me yê serokomariyê azad bibe. Dil dixwest hemû namzetên me biçin Meclîsê, lê hedefa me 3 parlementer in. Em bawer dikin."    ‘DENEGEK BI TENÊ JÎ PIR GIRÎNG E'    Sosin Oner jî got: "Bila kes dengê xwe nede kesên wan temsîl dike. Em naxwazin rondikên dayikan birijin. Ji bo zarokê xwe em ê deng bidin HDP'ê." Ozlem Tetîk jî, diyar kir ku HDP mafê herkesî û aştiyê diparêze û ji bo parastina sindoqan jî got: "Xwedîderketina li sindoqan tê wateya xwedîderketina li xwe. Bila herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bi kar bîne. Cîhaneke bedew pêkan e."    ‘DÊ NEHEQÎ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN'    Saadet Oner, anî ziman ku ji bo dawî li bindestiyê bê ew ê dengê xwe bide HDP'ê û got: "Eger HDp bi ser bikeve dê herkes wekhev be û dê ev neheqî ji holê bên rakirin. Teqez em ê bi ser bikevin. Bi taybetî jî bang li jinan dikim. Em jin ne koletiyê, em ê serketinê tercîh bikin."    Nasrettîn Petek, diyar kir ku ji ber HDP doza demokrasî û edaletê dike ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Petek, bilêv kir ku ew ê di vê hilbijartinê de teqez ji Aydinê parlementerekî bişînin Meclîsê û got: "Dê HDP ji sedî 14'an jî derbas bike. Vê carê em ê 90 parlementerî bişînin Meclîsê. Bang li kurdên li Aydinê dikim. Em li her derî ne. Îro roj roja yekîtiyê ye. Xelet e ku em deng bidin AKP, CHP'ê. Ji bo dengên kurdan bên dizîn sindoqan vediguhezînin an jî sindoqên seyyar datînin. Eger em bibiryar bin, sindoqan veguhêzînin Qesrê jî, dê bi ser nekevin."    ‘DÊ HDP BI JINAN BI SER BIKEVE'    Cemile Turgut jî got: "Êdî em dev ji berjewendiyên biçûk berdin. Dema hemû gel dengê xwe da, bila xwedî li wan derkeve. Em ê hem xwedî li sindoqan hem jî li xwe derkevin." Turgut, anî ziman ku hêviya wan ji 24'ê Hezîranê heye. Evîn kaya jî got, dê li hemberî AKP'ya ku doza şer dike, HDP bi saya jinan bi ser bikeve.