Rojnameger Kadrî Bagdu hat bibîranîn 2017-10-14 14:45:15 EDENE – Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu di salvegera kuştina xwe ya 3’emîn de hat bibîranîn. Hevjîna Bagdu Şemsa Bagdu got: “Heta ez kujerê wî dernexim holê ez dev ji dozê berendim.”  Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu dema li kolana Ova ya taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojname belav dikir bi êrîşek çekdarî jiyana xwe ji dest dabû. Bagdu di salvegera kuştina xwe ya 3’emîn de li Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê hat bibîranîn.    ‘ÊRÎŞ BI PLANSAZÎ BÛ’    Malbata Bagdu, hevkarên wî yên xebatê û parazvanên mafê mirovan beşdarî bîranînê bûn û pankarta “Bila kujerên Kadrî Bagdu bên dîtin” hat vekirin û wêneyê wî hatin hildan. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongor daxuyanî da û diyar kir ku rojnameger û endamê saziya wan Bagdu ji aliyê hêzên tarî ve bi xwînxwarî û nemerd hat qetilkirin. Ongur destnîşan kir ku êrîşa li dijî Bagdu bi plansazî pêk hatiye her çiqas dozgeriyê ji wan re gotibe dê kujeran derbixin holê jî 3 sal derbas bû hêj qatilan dernexistine holê.    ‘SER BÛYERÊ DIGIRIN’    Parêzerê Bagdu Tugay Bek jî da zanîn ku beriya Bagdu bê kuştin parêzeriya wî dikir û got: “Bi rastî jî Kadrî gelek tişt fêrî min kir. Kesayetek şorşeger bû. Kekê Kadrî bi kevneşopiya berxwedanê tevahiyê jiyana xwe da meşandin. Kadrî bêyî ku li havîn, zivistan, baran û heriyê guhdar bike tevahiya jiyana xwe da gelê xwe.” Bek anî ziman ku dewlet di çalakiyên Kobanê de ji bilî bûyera Yasîn Boru, ser hemû kuştinên din digire û ew ê şopandina dozê bidomînin.    ‘HETA KUJER DERBIKEVIN TÊKOŞÎN’    Hevjîna Bagdu, Şemsa Bagdu jî diyar kir ku li gel 3 sal e lêpirsîna der barê hevjînê wê de didome lê heta rojek ne dozgerê lêpirsîne dimeşîne û ne jî polîs nehatiye malan wan li rewşa dosyeyê ne pirsiye. Bagdu destnîşan kir ku hevjînê wê cangoriyê gelê xwe ye û wiha axivî: “Polîsên rojek lêpirsînê ne meşandine lê îdiaya zarokên me beşdarî çalakiyan bûne bi dehan polîs bi ser malên me de digirin û zarokan binçav dikin. Heman polîs ev 3 sal e kujerên Kadrî nedîtine. Heta nevîçirkên min jî çêbibin ez ê kujerên wî bibinim. Heta ez kujeran dernexim holê ez ê dev ji doza xwe berendim. Kadrî jî tev lê karwanên şehîdên çapemeniyê bû. Ez ê têkoşîna wî bilindir bikim û bemeşînim.”    Piştî axaftinan sînevziyona jiyana Bagdu vedigot hat pêşandan. Piştî pêşandanê bîranîn bi dawî bû.