18 meh û 22 roj ceza li rojnamger Demîr birîn 2018-05-29 17:07:38   AMED – Li rojnameger Hayrî Demîr ji ber parvekirinên medya civakî salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîn.    Der barê rojnameger Hayrî Demîr de bi hinceta di medya civakî de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna doza Demîr li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Demîr û parêzerên xwe mazeret nîşan dan û tev li dozê nebûn. Li gel ku parêzeran parastinê nekir jî biryara dosyeyê dan.    Heyeta dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê li Demîr birî. Parêzerên Demîr dê îtîrazê biryarê bikin û dosyeyê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.