Şahidên bûyerê axivîn: Ne qeza bû cînayet e 2018-05-29 16:11:57   AMED - Danişîna polîsê kujer S.K. yê di 10'ê Sibata 2013'an de bi maşîna zirxî Şahîn Oner ê 19 salî eciqand û kuşt, hat dîtin. Polîsê kujer S.K. 5 sal şûnde bi riya SEGBÎS'ê derket pêşberî dadgehê. Polîsê kujer parast ku qisûra wî tune ye. Şahidên bûyerê jî parastin ku polîs bi zanebûn Oner eciqand û kuşt.    Yektemîn danişîna doza polîs S.K. yê Şahîn Oner di bin maşîna zirxî de eciqand û kuşt piştî 5 sal şûnde hat ditin. Di danişînê de polîs S.K. yê di 10'ê Sibata 2013'an de li semta Şehitlika Yenîşehîra Amedê çalakgerê 15'e Sibatê Şahîn Oner (19) bi maşina zirxî pelçiqand û kuşt û parêzerê wî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Li salona dadgehê Bavê Şahîn Oner Mehmet Şîrîn Oner, birayê wî Mehmet Oner û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Abdullah Zeytun amade bûn. Rêveberên ÎHD, Înîsiyatifa Mafan û Baroya Amedê jî tev li dozê bû.    Polîsê bersûc S.K., parastin kir û diyar kir ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê û wiha got: "Dema em hatin vir komek ji 15-20 kesan pêk dihat fîşekên havaî diavêtin. Dîsa molotofkokteyl di avêtin. Ji ber toz û dûmanê her der tarî bû. Dema ez vegeriyam û min xwest ji kolane derkevim min dît ciwanek li tenişta rê ye. Min maşîne li kesî neqelibandiye. Ez bê sûc û bê qisûr im. Ez beraeta xwe dixwazim."    ŞAHID NE QEZA YE BI ZANEBÛN KUŞT   Pişti polîsê bersûc S.K. parastin kir, şahidên bûyerê jî çavdêriyên xwe parve kirin. Şahid Yilmaz Dag diyar kir ku dema bûyer li cihê kar bû û wiha got: "Dema bûyerê fişekên hewayî û molotof nehatin avêtin. Min di destê kesê hat kuştin (Şahin Öner)  de tiştek nedît. Di navbera Panzer  û kesê hat kuştin de 5-6 metre hebû. Dema kesê hat kuştin destê xwe rakir hewa, polîs bi panzêrê bi ser wî de ajot û li wî qeliband. Piştre panzêra din hat li ber wi sekinî. Bi dest û milê wî girt û ew avêt panzêrê. Dema ajokar ajot ser wî kesî, ne pêkan e ku ajokar wî nebîne. Dema panêzar duyemîn hat di navbera ajokaran de niqaş derket.    Şahid Levent Çiray jî diyar kir ku dema bûyer pêk hat ew li eywana mala xwe bû û wiha got: "Dema maşîna zirxî hat Oner destê xwe rakir. Lê maşîna zirxî ne sekinî ew eciqand û derbas bû. Maşîna din a hat Oner ji erdê rakirin, çêr kirin û piştre ew ji erdê rakirin. Çiray, li ser pirsa dadger got: "Li gorî min bûyer ne qeza ye. Bi zanebûn ew eciqand û kuşt.    Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun jî diyar kir ku şahid, raporên zana û belgeyê di destê wan de nîşan didin ku Oner bi zanebûn hatiye kuştin. Zeytun, xwest bersûcê ku serbest tê darizandin, bê girtin û girtî bê darizandin.    Heyta dadgehê piştî navberê daxwaza girtina bersûc red kir û doz taloqi 18'ê Îlonê kir.      DER BARÊ BÛYERÊ DE    Di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê di çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê de polîsan êrîşê çalakiyê kiribû û ciwanê bi navê Şahîn Oner di bin maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Şeva ku Oner jiyana xwe ji dest da Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û gotibû "Şahîn Oner dema dixwest teqemenî bavêje polîsan miriye." Pişt re ajansa DÎHA qeydên ambulansan weşandibû û derxistibû holê ku Oner di bin maşîneya zirxî de mayê û bi birîndarî li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hatiye rawestandin.