Ciwanên HDP’ê danezana xwe eşkere kirin: Em ji bo guhertinê tên 2018-05-29 15:33:05   STENBOL – Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Endama Desteya Rêveberiya Ciwanan Roza Kahya danezan xwend û got: “Em ê wek ciwanên HDP’ê ji vê rewşê re bêjin rawest e. Em dibêjin bila biguhere û em tên ku biguherînin.”    Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê bi boneya hilbijartinên 24’ê Hezîranê danezana xwe eşekere kir. Ciwanan li avahiya HDP’ê ya Stenbolê li dar xist. Namzetên ciwan ên HDP’ê yên Stenbolê jî tev li civînê bûn. Danezanê endama Meclîsa HDP’ê û endama Desteya Rêveberiya Ciwanan Roza Kahya xwend.    ‘CIWANAN MEHKUMÎ TIŞTÊN NEBAŞ DIKIN’    Kahyan diyar kir ku AKP bi awayên micid êrîş dibe ser qadên jiyanê yên ciwanan û got: “AKP ciwanan bêkar dike û wan mehkûmî hemû rêbazên nebaş û qirêj dike. Desthilatdariya berdest êrîşeke giran bi ser qadên jiyanê yên ciwanan de aniye. Qadên jiyanê yên ciwanan li gorî pêvajoya ji nû ve hilberandinê ya desthilatdariyê hatiye dizaynkirin û ev hê jî domdar e.’’   ‘DIXWAZIN JIYANEKE YEK RENG AVA BIKIN’   Kahyan di berdewama denezanê de ev tişt got: “Êrîşên desthilatdariyê yên li qadên aborî, kişandina ciwanan a bi hêla bikaranîna madeyên hişbir ve, êrîşên li ser çand, ziman, nasname û rengên jiyanê ne. Tê xwestin ku jiyaneke yekreng were ava bikin. Zanîngeh bi vê rêveberiya AKP’ê li şûna ku bibin navenda hilberîna zanînê bûne navendên hilberandina sermiyanê.   ‘EM JI BO GUHERÎNIN TÊN’’   Êrîşên li ser akademiyenan, yên li ser xwendekaran, ên li dijî kesên ku naxwazin biçin leşkeriyê didomin. Ciwanên antî-milîtarîst dikin parçeyek ji şer. Di nav vê rewşê de em ciwanên HDP’ê em ê ji vê rewşê re bibêjin, ‘êdî bes e’, dengê ciwanan, mîna ya li kuçeyan, li Meclîsê jî em ê bikin parçeyek ji têkoşînê. Em dibêjin, bila biguhere û em ji bo guhartinê tên.’’   Em ciwan em ê bi ciwanî bijîn, em ê bibin xwedî raye, biryar û jiyaneke azad ava bikin. Em ê civakeke wiha ava bikin ku çand, nasname bi azadî bijîn, em ê bi reng û cihêrengiya xwe hebin. Em ê perwerdehiya bê pere, zanistî, pêşketî, bi wekheviya zayendî û perwerdehiya bi zimanê dayikê bînin.    ‘DENGEK JI BO HDP’Ê, DENGEK JI BO DEMÎRTAŞ’   Herî dawî em dibêjin, heke em hebin wê biguhere, heke em bibêjin wê biguhere, wê biguhere. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin! Dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş.’’   Piştî xwendina danezanê Namzeta Stenbolê ya HDP’ê Şehrîban Alkiş jî destnîşan kir ku divê pergala berdest biguhere û pergal bi têkoşîna yekbûyî dikare biguhere. Alkiş bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nav xebatên hilbijartinê û têkoşînê bibin.”