Dermankirina Çîmen ê maşîneya zirxî lê qelibandin didome 2018-05-29 13:28:38 DERSIM – Hasan Huseyîn Çîmen ê li Dersimê maşîneya zirxî lê qelibî li Xarpêtê dermankirina wî didome. Hat zanîn ku hestiyên bedena Çîmen şikestine.  Li navenda Dersimê leşkeran maşîneya zirxî li Hasan Huseyîn Çîmen ê 60 salî qelibandibûn û ew birîndar kiribûn. Welatiyan ewil Çîmen rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û piştî mudaxeleya li vir sewqî Nexweşxaneya Medîcal Park a Xarpêtê kirin. Çîmen di beşa giran de tê dermankirin.    Xizmê Çîmen, Hakan Kocademîr ê der barê tenduristiya Çîmen de agahî da û diyar kir ku ji duh ve nehatiye ser hişê xwe û bijîşk jî agahiyên zelal nadin wan. Kocademîr got ku hestiyên bedena Çîmen şikestine û got: “Em nedikarin bêje baş e û ne jî dikarin bêjin nebaş e.”