Derhênerên belgefîlma Bakur: Em ê parastina sînemagerî û aştiyê bidomînin 2018-05-29 13:03:48   ÊLIH – Doza bêlgefîlma “Bakur” a derhêner Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu li Êlihê hat dîtin. Derhêneran parastina xwe kir û gotin: “Kişandina fîlman ne sûc e. Em ê parastina sînemayê û aştiyê dewam bikin.”    Derhêner Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu di serdema paş ve kişandina PKK’ê ya pêvajoya çareseriyê de ya li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat belgefîlma bi navê “Bakur” ya ku vekişîna gerîlayan digot kişandin. Dadgeha Êlihê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” der barê Demîrel û Mavîoglu doz vekir û ji her yekê re 5 sal ceza xwest. 2’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Derhêner û parêzer xwe amade bûn. Wekîl û namzeta HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik, akademîsyen Sîbel Ozbudun, nivîskar Temel Demîrel, gelek sînemager û kes piştevaniyê dan derhêneran û doz şopandin.    ‘MIN BI LAYIQÎ KIR Û EZ Ê BIKIM’    Danişînê piştî kontrolkirina nasnameyan dest pê kir. Derhêner û rojnameger Ertugrul Mavîoglu parastina xwe kir û got: “Ez ê pîşeya xwe bi layiqî biafirînim û dewam bikim. Ev pîşe nabe sûc. 33 sal e ez rojnamgeriyê dikim û bi sînemayê re eleqedar dibim. Heta niha nêzî 20 doz ji ber pîşeyê li min vebûne. Min ne dizî kiriye û ne jî pêxwasiyê kiriye. Ji van dozan gelek berat bûn. Min tu demê ji heqîqetê tawîz neda û li pey rastiyê geriyam û digerim. Pêşdandan fîlman ne sûc e.”   'ROJNAMEGERÎ Û SÎNEMAGERÎ NE SÛC E’    Derhênerê din Çayan Demîrel jî parastina xwe kir û wî jî wiha vegot: “Ez sînamegerek im. Karê min fîlm û kişandin û pêşandan e. Ev ne sûc e û nabe sûc jî. Ez tev li hemû parastina hevalê xwe Ertugrul dibim.”    Piştî parastinan heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên dozê temam bibin danişînê taloqî 23’ê cotmehê kir.    Piştî danişînê derhêner, parêzer û sînemageran li ber Dadgeha Êlihê wêne kişandin. Rojnameger Ertugrul Mavîoglu axivî û got: “Rojnamegerî û sînemagerî ne sûc e. Me bi Bakur ne mirinê, aştiyê parast û em ê parastina aştiyê û sînemageriyê dewam bikin.”