Li Wanê nerazîbûna veguhestina sindoqan: Biryarê paş de vegerînin 2018-05-29 12:20:16   WAN – HDP’a Wanê diyar kir ku veguhestina 224 sindoqên li Wanê dê bandorê li ser 50 hezar hilbijêran bike û xwest biryara veguhestinê demildest paş de bê girtin.    Nerazîbûna li dijî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a ku sindoqên li 19 bajaran veguhestina wan pêk anî û bi sindoqên cihê navendî re kir yek didomin. Li Wanê dê 224 sindoq bê veguhestin. Yek ji bajarên herî zêde dê sindoq lê bên veguhestin Wan e. Têkildarî mijarê Rêxistina HDP’a Wanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak, endama Meclîsa HDP’ê Zelal Yerlîkaya û gelek kes tev li bûn.    ‘ZEMÎNA HÎLEYAN AMADE DIKIN’    Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak der barê veguhestina sindoqan de nerazîbûn nîşanda û wiha got: “Serlêdana veguhestina sindoqan a Waliyê Wanê ji aliyê YSK’ê ve hat qebûlkirin. Dê li navçeyên Ebex, Şax, Erdîş, Westan, Payîzava, Bêgirê, Qelqelî, Seray, Elbak û Miksê yên Wanê 224 sindoq bi hinceta ‘ewlehiyê’ bên veguhestin. Cihên sindoq hatin veguhestin cihê herî dengê HDP’ê lê zêde ne. Van sindoqan veguhestine gundên cerdevanan. Wê nêzî 50 hezar hilbijêr jê bi bandor bibin. Veguhestina sindoqan dek û dolabê desthilatdariyê ye. Dixwazin bi vê biryar û planê zemîna hîleyan amade bikin. Em daxwaz dikin ku demildest dev ji vê biryarê berdin û paş de vegerînin.”