Efrînî ji bo vegerin ser axa xwe têdikoşin 2018-05-29 10:36:26 EFRÎN - Efrîniyên li kampên Berxwedan û Serdem ên li Kantona Şehbayê dijîn têkoşîna jiyanê didin. Efrînî diyar dikin ku ji qada navnetewî her çiqas ew tu piştevaniyê wernegirin jî dê lîstikên tên lîstin xera bikin û dê teqez vegerin ser axa xwe.  Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz e derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran efrîniyên li kampên Berxwedan a li navçeya Fafîn û kampa Serdem a li navçeya Ehres li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne. Hejmara konên li kampên çoltera Şehbayê her roja ku diçe zêde dibin. Pêdiviyên mîna tenduristiyê, mayîn û jiyanî ji bilî sazî û dezgehên piştevaniyê yên li Bakurê Sûriyeyê tu saziyên din piştevaniyê nakin. Ji Dêrikê heta Minbicê gelê Bakurê Sûriyeyê efrîniyan bi tenê nahêle û lê hêjayî gotinê ye ku tu saziyên navnetewî piştevaniya efrîniyan nakin.    Pêdiviyên wek zexîre rêveberiya kampê temîn dike. Ji bo pêdiviyan gelê Şehbayê jî piştevaniya efrîniyan dike. Li kampan li gel welatiyên kurd, welatiyên ereb û tirkmen jî dimînin.    TENGASIYA DERMANAN HEYE    Li her du kapman jî nokteyên tenduristiyê hatin avakirin û bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor xizmeta tenduristiyê didin û tenduristiya gel kontrol dikin. Tê gotin ku herî zêde tengezariya dermanan heye. Ji bo tengezariya dermanan li sazî û dezgehên navnetewî bang hatiye kirin lê heta îro bersiva van bangan nehatiye dayîn.    HETA VEGERIN SER AXA XWE    Efrîniyan diyar kir ku heta ew Tirkiyeyê û komên girêdayî wan li ser mal û milên wan bin dê li qadan dengê xwe bilind bikin û dê komploya navnetewî ya li ser wan pêk hat dê xera bikin. Efrîniyan anî ziman ku ew ê her tim bi rêze çalakiyan li ser piyan bin û li her deverê dagerkeriyê qîr bikin.    Ji ber ji axa xwe bûne efrînî bi seknek mezin li ber xwe didin û heta venegerin ser mal û milkên xwe dê ji herêmê veneqetin.    MA / Nazim Daştan