'Ji bo dawî li qîrîniya ji girtîgehan bilind dibe bê: HDP 2018-05-29 09:45:55 MÊRSÎN - Koordînatorê koma Gorulmuştur Adîl Okay, daxuyand ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Okay got, çimkî tekane partiya ku qîrîna li girtîgehan bilind dibe dibihîse û dê dawî li vê yekê bîne HDP ye.  Koma Gorulmuştur (Hatiye Dîtin) ku ji dildaran pêk tê, hewl dide bibe dengê girtiyên nexweş û girtiyên polîtîk. Koordînatorê komê Adîl Okay, di çarçoveya girtîgehan de hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand.    ‘QÎRÎNA LI GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛ'    Okay, bilêv kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte çewisandin û şideta li girtîgehan zêdetir bûye û her diçe qîrîna li girtîgehan zêdetir dibe. Okay, anî ziman di name û faksên digihên ber destên wan de binpêkirina mafan a li girtîgehan tê gotin.      Okay, bilêv kir ku girtîgeh veguherîne cihê îşkenceyê û nemaze jî di dema AKP'a ku digot 'ji bo îşkenceyê sifir tolerans', îşkence zaf zêde bûye. Okay, destnîşan kir ku gardiyan, bijîşk û derûnasên ku fermanê ji AKP'ê digirin, berê xwe didin girtiyan. Okay got: "AKP dibêje lêde, zebaniyên di zindanê de jî dikujin." Okaya, anî ziman ku tenê di dema "pêvajoya çareseriyê" de li girtîgehan maf nedihatin binpêkirin. Okay, got di nameyên ku wê demê digihaştin ber destên wan de hêviyeke mezin hebû, lê belê ji wan rojan heta niha tekane tişta ku guheriye "îşkence" ye.    ÇAV Û GUHÊ GIRTIYAN LI 24'Ê HEZÎRANÊ YE    Okay, diyar kir ku çavên girtiyan li hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ye û got: "Nemaze jî çavê girtiyan li hilbijartina 24'ê Hezîranê ye. Difikirin ku dê dawî li vê dewleta zorker, seltenata AKP'ê bê. Em jî wisa difikirin. Dê di vê hilbijartinê de dîktatoriya AKP'ê birûxe, hêviya me tam e. Divê bê rûxandin. Girtî ji bo vê hilbijartinê dibêjin 'Dawiya tarîtiyê, dawiya seltenatê nêz e.' Nameyên tên di vî warî de ne. Nameyên tên mişt bi hêvî ne."   ‘ROJÊN DAWÎ YÊN AKP'Ê NE'    Okay, anî ziman ku zilma zaliman heta derekê didome û dê hikûmeta AKP'ê di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û ev rojên wê yên dawî ne.    Okay, got ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê, çimkî tekane partiya ku qîrîna li girtîgehan bilind dibe dibihîse û dê dawî li vê yekê bîne HDP ye.