Namzeta ciwan a HDP'ê Dersim Dag: Em bi hevre civakê azad bikin 2018-05-29 09:25:14 AMED - Namzeta ciwan a HDP’ê Dersim Dag, diyar kir ku ji ber koçberiya bi darê zorê hîna di temenek biçûk de siyasetê nas dike û got: “Dînamîka civakê bi guhere ciwanin. Em ê civakê bi ciwana re azad bikin.” Namzeta ciwan a parlamenteriya HDP’ê ya Amedê Dersim Dag a 22 salî xwe amade dike ku ruhê ciwanan bibe Meclîsê. Dag li navçeya Bismîla Amedê hat dinê û hîna 5 mehî bû, malbata wê ji ber êrîşên siyasî necar dimîne  ku koçê Stenbolê bike. Dag heya 18 saliya xwe Stenbolê dijî û beşa Wêje û Zimanê Kurd a Zanîngeha Artuklu dixwîne. Dag piştî perwerda zanîngehê diqedîne, derbasî kar û xebatên siyasetê dibe. Dag, diyar kir ku malbata wê tim di têkoşîna azadiya Kurd de cih girtin û wiha  got: “Gava  nû hatim dine malbata min bi darê zorê koçî Stenbolê kir. Malbata min li Stenbolê jî dinava  têkoşînê de cih girt.”   ‘EM Ê BI CIWANA RE TÊBIKOŞIN’   Dag, anî ziman ku nîvê civakê ji ciwanan pêk têr û wiha bilêv kir: “Dînamîka civakê bi guhere ciwanin. Ez ciwanek Kurdim. Bi taybetî ji bo jinên ciwan bibin modelên rol emê bi hevre tevbigerin û civakê biguherin. Ji bo vê yekê min xwest bibim namzetê HDP’ê. Ez nikarim bi tena serê xwe soz bidim ciwanan. Ji ber ku kesek bi tenê nikare civakê û pergalê biguhere. Em ciwan emê bi hevre têbikoşin û civakê azad bikin. Ez difikirim ku di Meclîsê de koma ciwanan ava bikim. Divê ev tenê bi endamên HDP’ê re sînordar nemîne. Divê ji partiyên din jî ciwan cihê xwe divê komê de bigirin.  Ji ber ku nîvê welat ji ciwanan pêk tê û ciwan tenê dengên xwe nadin HDP’ê.”    ‘CIWAN DÊ CIVAKÊ BIGUHERIN’    Dag, bal kişand ser polîtîkayên pişavtinê yên li ser ciwanan û wiha bilêv kir: “Polîtîkayên pişavtinê yên li ser ciwanan ên li herêmê bi awayekê pir eşkere tên meşandin. Divê girêdanbûna ciwanan a bi tiryakê re bê lêkolîn kirin û ji bo vê çareserî bê avakirin. Emê bi hevre van polîtîkayan, pergalê û paşverotiyên civakê biguherin. Baweriya min vê yekê tê.  Em dikarin bi hevre biguherin. ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bixin.’ HDP dê bi hêzek mezin biçe Meclîsê. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bibin û dengên xwe bidin HDP’ê.”