'Vîna ku me di 7’ê Hezîranê de nîşan da, em ê dîsa nîşan bidin' 2018-05-28 17:13:08   NAVENDA NÛÇAYAN - Namzetên parlamenteriya HDP’ê lez dan xebatên hilbijartinê û li gelek bajaran bi hilbijêran re hatin gel hev. Di hevdîtinan de welatiyan gotin ku vîna wan di 7’ê Hezîranê de nîşan dan, ewê di vê hilbijartinê de jî nîşan bidin.    WAN   Namzetên parlamenteriya HDP’a Wanê, Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Tayîp Temel, Mukaddes Karakoç û Asuman Yelmazer beşdarî mîtînga navçeya Erdîşê bûn û li ber Fabrîqeya Şekir a Erdişê hatin pêşwazîkirin. Konvoya bi sedan wesayîtan pêk hat li nava navçeyê tur avêtin û derbasî qada mîtîngê ya li Kolna Zeylan bûn. Bi hezaran kes qada mîtîngê tije kirin û bê navber dirûşme berz kirin. Namzetê  parlamenteriyê Tayîp Temel di mîtîngê de axivî û wiha got: “Jin û zarok hatin kuştin. Vê hişmendiya qirêk bi dehan car rûyê xwe yê rast nîşan da. Me komkujiya Zîlanê ji bîr nekiriye. Di sala 2011’an de li Erdîşê erdhejek mezin rû da. Kesên kavilên erdhejê nekarin ji holê rabikin, Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn girtin. Hişmendiya komkujiya Zîlan pêk anîn, qeyûm tayîn kirin û Dîba Keskîn girtin heman hişmendiye. Niha jî weke ku tu tişt nebûye, ji we dengan dixwazin. Gelê Erdîşê dê weke her çare rû dene van kesan.”    ÎDIR    Namzetên parlamenteriya HDP’a Îdirê Kiznaz Turkeli û Habîp Eksîk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdan gundan. Namzetên çûn gundên Kartal, Muç, Holgov, Erhaci yên girêdayî navendê, rastî eleqeyek mezin a gel hat. Zarokan di ketina gundê Ergaci de bi bîsîkletan HDP’î pêşwazî kirin.    Namzet piştî serdana gundan bi awaykê konvoy vegeriyan bajêr û li Taxa Konakli dest bi xebatên din kirin.    MÛŞ   Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mensur Işik, Şevîn Coşkun û Adnan Topçu çûn navçeya Kopê beşdarî xebatên hilbijartinê bûn.   Namzetên bi konvoyek dirêj a wesayîtan çûn navçeyê, rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Namzet Gulîstan Kiliç Koçyîgît xîtabî gel kir û wiha got: “Tenê rastiyeke vê hilbijartinê heye. Hikûmeta AKP’ê ku nikare welat birêve bibe û her roj welat ber bi tarîtiyê ve dehf dide, dixwaze xwe xelas bike. AKP tenê hesabê vê yekê dike. AKP û MHP dê di 24’ê Hezîranê bi biryara girtin, dê bi xwe biçin.” Piştî axaftinên hatin kirin, namezet çûn serdana dikandaran. Di serdanên hatin kirin de dikandara gotin ku vîna wan di 7’ê Hezîranê de nîşan dayîn, dê dîsan di sindoqan de nîşan bidin.”