Li Dîlok û Şirnexê 7 kes binçav kirin 2018-05-28 15:35:57   DÎLOK / ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ên li Dîlok û Şirnexê de ji heman malbatan 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsên Şaxa TEM’ê yên Dîlokê, serê sibê bi ser malekê de girtin û Haco û Fahrî Tekîn binçavkirin. Li gundê Çiglıca ya navçeya Elkê ya Şirnexê jî, cendirmeyan bi ser malan de girtin û ji heman malbatê Ferset Tekîn, Mahmut Kaya, Felek Naz Turgut, Beyaz Turgut û Fadîle Turgut binçav kirin.      Hat diyar kirin ku Fahrî Tekîn ê li Dîlokê hat binçavkirin, ji sedî 85 astengdarê mejiye.