HDP li Manîsayê bi germahiyek mezin hat pêşwazîkirin 2018-05-28 15:26:38   MANÎSA - Li Manîsayê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji aliyê bi sedan konvoya wesayîtan ve hat pêşwazî kirin. Ajokarekê taksiye pêşiya konvoyê girt û xwest bi Buldan û yên pêre re selfîe bikêşe.    Hevseroka Giştî ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pêre di çarçoveyê bernameya Herêma Egeyê de, ji Îzmîrê derbasî Manîsayê bûn û bi sedan konvoya wesayîtan ew pêşwazî kirin. Buldan û şandeya pêre li nava  bajêr tur avêtin û welatî silava kirin. Welatiyên konvoya HDP’ê dîtin daketin kolan, bi nîşaneyên serketinê konvoy silava kirin.   Di dema derbas bûna konvoyê de welatî derketin balkon û paçeyan, li çepikan xistin û gotin “Hûn bi xêr hatin.” Ajokarekê taksiyê pêşiya konvoyê girt û xwest bi Buldan û şandeya pêre re selfîe bikêşe. Piştî tura konvoyê ya nava bajêr Buldan dê li navçeyên Golmarmara, Saruhanli û Turgutlu bi gel re bên gel hev û li navenda HDP’ê ya Manîsayê jî dê beşdarî bernameya danasîna namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Manîsayê bibe.