KGT li xwendekarê revandibûn geriyan: Wextê te tije bû 2017-10-14 12:44:57 ENQERE – Kesên ku xwe wekî "Tîmê Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) pênase kirin û xwendekarê zaningehê Denîz Bahçeci revandin û serbest berdan,  2 roj şûnde li wî geriyan û gotin: "Wextê me dabû te tije bû" û ew hişyar kirin. ÎHD'ê xwest der barê KGT’ê de lêpirsîn bê kirin.  Xwendekarê Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqereyê û di heman demê de Endamê MYK'ê ya Federasyona  Komeleya Ciwanên Sosyalist (SDGF) Deniz Bahçeci, di 10'ê Cotmehê de dema diçû wargeha xwendekaran ji aliyê kesên ku ewil xwe wekî "polîs" dan naskirin ve hat revandin. Bahçecî yê ji aliyê kesên ku xwe wekî "Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) pênase kirin hat revandin piştî rastî îşkenceyê hat, bi gefa heta 2 rojan Enqere terk bike hat berdan. Bahçecî, yê rastî gefan hat dîsa endamên KGT'ê li wî geriyan û gotin "Wextê me dabû te tije bû" û ew hişyar kirin.    Deniz Bahçecî, diyar kir ku gefên li dijî wî berdewam dike û wiha got: "Di 12'ê cotmehê saet di 24.00'an de bi telefonê li min geriyan. Gotin 'wextê ji bo tu ji Enqereyê derkeve me dabû te, tije bû' û dîsa gef li min xwarin."    Bahçecî ku piştî hat revandin 2 roj şûnde serî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê da alîkarî xwestibû. Piştre serî li serdozeriya komarê da û serlêdana sûc kir.    ÎHD: DIVÊ KGT LÊ PÊPIRSÎN   Têkildarî mijarê Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku heta niha der barê navê Tîmê Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) de tu serlêdan nehatiye kirin û wiha got: “KGT çiye? Kîne? Divê bê lêkolînkirin. Heta niha der barê rêxistina bi navê "KGT" de tu agahiya me çênebûye. Agahiya me ji vê yekê tune. Ger ku dewletê di nava xwe de rêxistinek din ava kiribe divê lêkolîn û lêpirsîn bike. Aliyê vê rêxistinê yê zagonî heye? An jî wekî tarza JÎTEM'ê rêxistinek nû ava dikin? Divê ev yek bê lêkolînknirin. Di çanda dewleta tirk de ev rêxistin zêde ne. Ger ku di nava dewletekê de rêxistinek de di bin agahiya dozgerê de"   Turkdogan, anî ziman ku piştî hewldana 15'ê Tîrmehê li Enqereyê gelek mirov hatin revandin û wiha got: “Mixabin piştî salên 90'an me êşên gelek mezin dît. Niha jî piştî hewldanên darbeyê yekîneyên di nava dewletê de li Enqere gelek mirov revandin. Hêj em der barê gelek mirovan de ne xwedî agahî ne. Divê dozgerê Komarê li ser vê yekê raweste û lêkolîn bike. Di nava dewletê de yekîneyek wisa heye an tune? Ger ku hebe divê têkildarî vê revandinê lêpirsîn bike û van kesan darizîne."   EM DÊ BIBIN QADÊN NAVNETEWEYΠ   Turkdogan, destnişan kir ku ew dê vê yekê bişopînin û wiha got: "Em di vê mijarê de li heviya  bersîva Tirkiye ne. Em ê hewl bidin zanebûn û hişyariyekê pêş bixin. Em dê vê yekê ranî bikin. Em dê şopdarê vê yekê bin."    MA / Selman Guzelyu