Onder: Serdema şoreşê hatiye 2018-05-28 14:36:06 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder di civanîna danasîna namzetên parlamenteriya Enqerê ya partiyê de axivî û got: “Ger hejmara windayên me û rêhevalên me yên di girtîgehan de evqas zêde bûne û hejmara rêhevalên me yên piştevaniyê didin me evqas zêde bûn, wê demê serdema şoreşê hatiye.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê, ji bo danasîna namzetên parlamenteriya partiya bajêr li Navenda Hûnêrê ya Çagdaş civîn li dar xist. Rêveber û endamên HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî, platform, rêxistin komele û dezgehên cuda beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankartên “Tu dikarî”, “Bi te diguhere”, “Jin diguherin”, “Em jin’in dikarin” û “Xwedî vîna xwe derbikevin” hatin daliqandin. Piştî sînevîzyona axaftina namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş hat pêşandan, axatina vekirina civînê Hevserokên HDP’a Enqerê Nur Aytemur û Halîl Yildiz kirin.    ONDER: ÊDÎ SERDEMA ŞOREŞÊ HATIYE   Piştî axaftinên hevserokan Parlamenterê HDP’a Enqerê Sirri Sureyya Onder axivî    Onder, diyar kir ku di têkoşîna didin de bi hezaran rêhevalên xwe kirin hembêza axê û wiha got: “Ger hejmara windayên me û rêhevalên me yên di girtîgehan de evqas zêdebûne, hejmara rêhevalên me yên piştgiriyê didin me evqas zêde bûne, wê demê serdama şoreşê hatiye.”   Piştî axaftina Onder namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Enqerê, Fîlîz Kerestecîoglu, Eşref Kîraz, Emîne Kaya, Îshak Kocabiyik, Ceren Şîmşek, Cennet Avci, Ceyhun Akin, Dîlek Erturk, Ebru Demîr, Remziye Guçlu, Erdal Ataş, Nuray Turkmen, Îstek Usalp, Vahîde Uldu, Haydar Aksal, Îpek Gur, Nurhayat, Mustafa Demîr, Nîlgun Yilmaz, Rojan Mamo, Vahyedddîn Batur, Omer Çelîk, Velî Saçilik, Nazim Karakurt, Şehrîban Leyla Çetînbaş, Haydar Ustundag, Hulya Firat, Mehmet Zarîf Kesîcîler, Fatma Koçyîğît Oner, Îsmet Yalçinkaya, Hulya Sonmez Aytekîn, Fatma Kiziloz, Îlyas Kurt û Yîgît Ozturk derketin ser dikê.    Namzetên bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan re derketin ser dike, piştî endamên partiyê silava kirin, civîn bi dawî bû.