Dê sindoqên ku 144 hezar hilbijêrên kurd dengê xwe lê bidin, veguhezînin 2018-05-28 14:32:46   ENQERE - Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven, tevî îtîdaraz diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" dê cihê sindoqên ku 144 hezar  hilbijêr lê dengê xwe davêjin veguhezînin.    Serokê YSK'ê Sadî Guven, diyar kir ku 18 bajaren herêmê û navçeyên wan ku pirani kurd lê dijîn, dê cihê hin sindoqan veguhezînin. Guven, anî ziman ku cihê sindoq lê bên veguhestin hêjmara hilbijêiran 144 hezar e. Guvenlik, li aliyekî biryara veguhestina sindoqên ku 144 hezar hilbijêr dengê xwe lê bidin da, li aliyê din diyar kir ku bikaranîna dengan a hur pir girîn e.    SANCAR Ê HDP'Î DIYAR KIRIBÛ KU EV DAXWAZA HIKÛMETÊ YA MUDAXALEYÊ YE   Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar û nûnerê partiya wan ê YSK'ê Mehmet Ruştu Tiryakî di 26'ê Gulanê de bi Serokê YSKê  Guven re hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê Sancar, diyar kiribû ku ev daxwaza hikûmetê ya encama hilbijartinê ye.