OHP: Biryara Roboskê ya DMME, mîna tecrîda Îmraliyê polîtîk e 2018-05-28 13:52:37 STENBOL - OHP’ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî betalkirina serlêdana Komkojiya  Roboskê ya DMME, da û got: “Biryara Roboskê ya DMME, mîna tecrîda li Îmraliyê polîtîke. Em ê vê helwestê di hemû qadên çemawerî û rêxistinên navneteweyî de teşhîr bikin.” Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) serledana 19 jê zarok 34 kesên di bombebarana balafirên şer ên gundê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê ya di 28’ê Kanûna 2011’an de jiyana xwe ji dest dan, bi hinceta “2 roj dereng ma” redkiribû. Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Ev biryara Roboskê biryarek polîtîke. Eynî mîna tecrîda Îmraliyê polîtîke. Divê hemû sazî, platform, baro û rêxistinên cuda bertekên xwe bînin zimane.”   'HÛN NIKARIN KUJERAN VEJÊRIN’   Di dawiya daxuyaniya OHP’ê wiha hat gotin: “Em ê vê helwest û biyara DMME di hemû qadên çemawerî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî de teşhîr bikin. Emê têkoşîna vê yekê dibin. Tu biryar têra êşa gelê Roboskê Nankin. Hûn nikarin bi tu hincetan kujeran biparêzin. Komkujiya Roboskê li dijî mirovahiyê sûce û li dijî tevahiya mirovahiyê pêk hatiye. Weke malbatên Roboskê gotin; Em ê di siberojan de li ser gorên şehîdên Roboskiyê cardin dest bi têkoşîna mirovahî û lêgerîna hiqûa komkujiya  hovane ya  Roboskê bikin. Emê jî li wê derê li ber serê wan bin.”