Dayik û bavê xwe kuşt û întîhar kir 2018-05-28 13:51:47   AYDIN - Ciwanekî 17 salî li navçeya Efeler a Aydinê dayik û bavê xwe kuşt û întîhar kir.    Li Taxa Fatîhê ya Navçeya Efeler a Aydinê ciwanê 17 salî Mert Ali Dogru dema dayik û bavê wî razabûn, bi çeka bavê xwe ya polîs, dayika xwe Suna a 41 salî û bavê xwe Adem Dogru yê 47 salî kuşt. Dema cîranan dengê çekê bihîst dîtin ku Dogru li ser bani ye. Tevi hemû hewldanên cîranan Mert Alî Dogru Dogru îkna nebû û întîhar kir. Piştre cenazeyê kur, dayik û bav ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Aydinê.