Walîtiya Amedê sindoqên 68 gundan komî ser hev kirin 2018-05-28 13:51:11   AMED - Walîtiya Amedê û Serokatiya Lijneya Hilbijartina Bajar a Amedê bi hinceta "ewlehiyê" serî li YSK’ê dan û xwestin sindoqên 68 gundan komî ser hev bikin. Li ser daxwaza Walîtiyê YSK'ê biryar da ku sindoqên 68 gundên Licê, Bismil, Pîran, Hênê û Pasûrê sewqî herêma polîsan bikin.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), li ser daxwaza Walîtiya Amedê û Serokatiya Lijneya Hilbijartina Bajar a Amedê ya bi hinceta "ewlehiyê" biryar da ku sindoqên gundan veguhezînin herêma polîsan. YSK'ê li gorî xala 13'ê Adara 2018'an a hêjmar 298'an a Qanûna Kutukan a Hukumên Bingehîn ên Hilbijartinê bi hinceta "ewlehiyê" biryar da ku sindoqan bikin yek û veguhezînin herêma "ewle".    LI BISMILÊ 4 HERÊM KIRIN YEK   YSK’ê li ser daxwaza Walîtiyê li gorî zagona hêjmar 590'an li navçeya Bismilê sindoqen gundên Qerepar, Şeîra Bîrik û Fatihê sewq kirin. Sindoqên Meydan, Bolumlu û Karapinarê bi taxa Turkmenhanci re kirin yek. Sindoqên taxa Kurudegîşmen û Fatihê kirin yek.    Li Pîranê dê sindoqên taxên Gundogdu, Kayi û Kûrûdereyê li taxa Yokûşlûyê, yên li taxên Kûrşûnlû û Taşagilê li Lîseya Anadolûyê ya Necatî Ceylan, ya taxa Bîçerê dê li Yeşîlsirtê, ya mezraya Çayustu, dê li taxa Başkoy, a taxa Ankoyê ya mezraya Ordûlû û taxa Kaygisiz a mezraya Karagomruyê ew ê li taxa Uzumlu ya mezraya Gunduzê bi cih bikin.  Li Hezroyê dê sindoqên taxa Çîtlîbahçe li taxa Ormankayayê, yên taxa Mûtlûcayê ew ê li Koçbabayê, yên taxa Kûlaçtepeyê li taxa Încekavakê, yên taxa Bayiduzu ew ê li taxa Yazgi, yên taxa Bîçîmlî û Reşikê ew ê li taxa Gozluyê, yên taxa Sarierîkê ew ê li Taxa Kavaklibogazê, yên taxên Ûzûnargit, Kûşadami û Bagyûrdû ew ê li Lîseya Hezroyê were danîn.   Li Pasûrê jî sindoqên li taxên Yeşîlkoy, Tepecîk, Karabûlak, Demîrlî, Taşkopru, Duzce, Guleç, Çûkûrca, Gulluk, Kûrûdere, Kaynak, Elmali, Ûygûn û Bagcilarê hatine veguheztin.   Li Licê jî sindoqên li taxên Daralan, Bûdak, Baharlar, Guldîken, Abali, Ergîn, Kiralan, Tûzla, Baglan, Çavûndûr, Dolûnay, Esenler, Ortak, Ûçarli û Yalazayê li taxên din ew ê werin danîn.   Lê Hênê jî sindoqên li gundên Okûr, Suslu, Gomeç, Kalaba, Çaldere, Dolapdere, Ormandişi, Babakaya û Altinkûmê hatine veguheztin.   Li Farqînê jî sindoqên li Kayadere û Uçbasamakê hatine veguheztin.   HEDEF DENGÊN HDP’Ê YE   Bi veguheztina sindoqan dixwazin hilbijêrên li Kurdistanê nikaribin dengê xwe bidin. AKP dixwaze ku gel li derveyî herêma xwe dengê xwe bide û bi vî awayî AKP-MHP dixwazin dek û dolabên xwe bi awayekî sîstematîk bikin.